Tîmên sererastkirinê bo tamîrkirina stasyona kehrebeyê ketin tevgerê

Tîmên sererastkirinê yên Navenda Kehrebeyê ya girêdayî navçeya Til Temirê çûn gundewarê rojavayê navçeyê  da ku ziyanên ku gihiştin şebekeya kehrebeyê temîr bikin ku duh ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû topbarankirin.

Tîmên sererastkirinê bo tamîrkirina stasyona kehrebeyê ketin tevgerê
2 cotmeh, 2022   10:09
HESEKÊ

Duh (şemî) gundê Um El Kêf û derdora wê yên rojavayê navçeya Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin. Di encamê de ziyan gihişt mal û milkên welatiyan, her wiha şebekeya xeta 66 KV ya ku kehrebeyê dide stasyonê ji ber topbaranê ji xizmetê derket.

 Di van kêliyan de, tîmên sererastkirinê hewl didin ku ziyanan sererast bikin.

Ji rêveberên Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê Fehed Simêla ji ajansa me re diyar kir ku heke tîmenên sererastkirinê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve neyên hedefgirtin, îhtîmal e îro kehrebe li navçeyê û gundewarên wê bê dayîn.

(hs)

ANHA