Kongra Star êrişa li ser dibistaneke Kabûlê şermezar kir

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star êrişa li ser dibistaneke Kabûlê şermezar kir ku 32 zarok hatin qetilkirin û bang li UNICEF û hêzên pêwendîdar kir ku jiyaneke bi ewle ji zarokên Efgan re biafirînin.

Kongra Star êrişa li ser dibistaneke Kabûlê şermezar kir
2 cotmeh, 2022   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star, teqîna li paytexta Efganistan Kabûlê bi tundî şermezar kir ku di encamê de 32 zarok hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi êş û azara giran a gelên Efganistanê ya di bin desthilatdariya Talîbanê de hate kirin û hate ragihandin ku siyaseteke giran a bi hişmendiya olperestiyê li wan tê ferzkirin.

Kongra Star diyar kir ku ev yek di gelek bûyeran de tê dîtin ku teqînek li navenda paytext Kabûlê li dibistanekê pêk hat û di encamê de zêdeyî 32 zarok hatin kuştin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bi navê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star vê bûyerê şermezar dikin ku di sedsala 21'ê de zarok bêewle ne û ji perwerdeya xwe bêpar dimînin. Banga me li UNICEF ye ku mafê zarokan yê jiyan û perwerdekirin biparêzin. Ev yek jî tenê bi rûniştandina sîstemeke bi ewle, dûrî şer û qirkirinê dibe. Her wiha em berpirsiyariya vê yekê didin ser milê dewletên navneteweyî ku her dibin sedema gurkirina şer û ji bo aştiyê tu hewildan û çareserî tune ne. "