Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê grev û xwepêşandanên girseyî

Di roja 15’an de li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî çalakiyên girseyî û grev pêk hatin. Her wiha li gelek welatên cîhanê jî çalakiyên piştgiriyê li dar dikevin.

Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê grev û xwepêşandanên girseyî
2 cotmeh, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga partî, rêxstin û aktîvîsan duh di roja 15’an a xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de greva giştî pêk hat. Rojê kolan vala bûn û dikan girtî bûn.

Di saetên piştî nîvro de jî bi pêşengiya jin û ciwanan, li bajarên weke Sine, Urmiye, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan, Bokan, Mehabat, Dêgulan û Pewe xwepêşandan pêk hatin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê, bi awayekî tund li hemberî xwepêşandanan şîdet bi kar anînin. Li Merîwanê xwepêşanderê bi navê Muxtar Ehmedî hate qetilkirin. Hinek xwepêşander birîndar bûn. Herwiha tê gotin ku li Bokan jî hinek xwepêşander birîndar bûne.

Li Zahîdan jî ku roja Înê di xwepêşandanan de 58 kes hatibûn qetilkirin û 200 kes birîndar bûbûn, duh jî xwepêşandan hebû û hêzên Îranê bi tûndî mudaxale kir.

Li Tehranê, meşhed, Kirman, Erak, Tewrêz, Şehirî Kurd, Ehwaz, Buşehir, Bender Ebas, Reşid û çend bajarên din ên Îranê xwepêşandan hebûn. Di xwepêşanan de dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimre dîkdator” berz dikirin. Herwiha li hinek van bajaran jî di navbera xwepêşander û hêzên Îranê de alozî derket.

Roja Şemiyê, li zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji rojên din zêdetir xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê pêk hatin. Daxwaza sereke ya xwendekaran azadiya girtiyên siyasî û kesên hatine binçavkirin bû.

 

Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Xwendekarên Îranê, xwendekaran li Zanîngeha Beheştî Zanist û Teknolojiyê, Zanîngeha Şerîf, Beşê Bijîşkîtiya Didanan a Zanîngeha Azadî ya Tehranê, Zanîngeha Azadî ya Tehranê ya Şaxê Bakuyr, Zanîngeha Azadî ya herêma Ponek a Tehranê û Beşê Ziman û Wêjeyê ya Biyanî ya Tehranê çalakî hebûn û dirûşme ji bo piştgiriya xwepêşanan berz dikirin.

Li bajarên din ên Îranê, xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Esfehanê, Zanîngeha Fêrdews a Meşhedê û Zanîngeha Zenban çalakiyên nerazîbûnê kirin.

Herwiha welatiyên bajarê Kerec li ber Zanîngeha Azadî çalakî kirin. Xwendekarên Zanîngeha Xurazmî çalakî kirin.

Li bajarên Şêraz û Guherdeştê welatiyan ji derveyî zanîngehê çalakî kirin.

Li derveyî Îranê jî, Kurdistaniyan û bi taybet welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li nêzî 150 bajarên welatên cuda yên cîhanê yên weke welatên Emerîka, Ewropa û Asya çalakî kirin û piştgirî dan gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Herwiha zextên Îranê yên li ser xwepêşanderan şermezar kirin.