Li Siwêdayê li nêzî avahiya civîna şandeya hikumetê û rûspiyan teqînek pêk hat

Vê sibehê li Siwêdayê teqînek çêbû. Kesên nenas bombeyek avêt nêzî navenda çandê ku tê de şandeyeke hikumeta Şamê û rûspiyên ji bajêr li hev civiyabûn.

Li Siwêdayê li nêzî avahiya civîna şandeya hikumetê û rûspiyan teqînek pêk hat
30 îlon, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê kesên nenas bombeyek avêt nêzî navenda çandê ya Siwêdayê. Di navendê de şandeyeke hikumeta Şamê û rûspiyên Siwêdayê li hev civiyabûn. Lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

Duh li Siwêdayê rewşeke awarte li nêzî avahiya navenda çandê hebû. Ew jî piştî şandeyeke ewlehiyê ji paytexta Şamê bi serokatiya Husam Loqa ku gerînendeyê îxtîxbarata giştî û wezîrê karên hundirîn e, nûnerên ji komên herêmî, şêxê yekitiya durziyan û gelek berpirsên civakî û olî yên Siwêdayê. Civîn ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li herêmê bû.

Li gorî SOHR’ê beşdaran rêbazên başbûna rewşên ewlehî, debar û aborî, dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên ewlehî, belavbûna çekan û erebeyên tên dizîn, nîqaş kirin.

Şandeya hikumeta Şamê bang kir ku navendeke lihevkirinan ji welatiyên Siwêdayê re û kesên leşkeriya neçarî bikin, were vekirin.

(fr)