​​​​​​​Zelûx Reşîd: Divê jinên Efrînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî serî hildin

Sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku li Sûriyê dagir kirine û sûcên desthilata Îranê li dijî jinan li Rojhlatê Kurdistan û Îranê, asta hovîtiya wan a qirker û kujer nîşan dide. Endama rêveberiya Desteya Jinan a herêma Efrînê bang li jinan kir ku li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker serî hildin.

​​​​​​​Zelûx Reşîd: Divê jinên Efrînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî serî hildin
29 îlon, 2022   23:41
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Rejîmên dagirker ên Kurdistanê pêkanîna sûcan, binpêkirina jîngehê, talankirin jêderên xwezayî didomînin. Li herêmên ku dewleta Tirk li Sûriyê dagir kirine, sûcên bêdawî li dijî jinan tên kirin. Her wiha desthilata zordar a Rojhilatê Kurdistanê mafên jinan binpê dike û di bin navê îslamê de biryaran li ser wan ferz dike.

Endama rêveberiya Desteya Jinan a herêma Efrînê Zelûx Reşîd rewşa jinan li cîhanê wek rewşeke xirab wesifand ku encama serweriya zihniyeta baviksalariyê ku hemû aliyên jiyanê kontrol kiriye û wiha domand: "Li cîhanê pirsgirêkeke mezin heye, nexasim li gel serweriya pergala kapîtalîst ku hovîtiya wê li cîhanê û li dijî jinan zêdetir belav bûye. Ev pergala ku li ser faşîzm û zihniyeta baviksalarî ava bûye. Li herêmên dagirkirî jî dewleta Tirk a dagirker nûnertiya vê pergalê dike.”

Zelûx Reşîd destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî jinan hedef digire ji ber ku dixwaze vîna wan bişkîne û wiha pê de çû: "Li herêmên dagirkirî em binpêkirina berdewam li dijî gel û xwezayê dibînin. Jin di rewşeke xerab de dijîn, bi dehan hatine kuştin û revandin. Gelek ji wan jî heta niha em tiştekî li ser wan nizanin."

Zelûx Reşîd axaftina xwe wiha domand: "Îşkenceya ku di girtîgehên dagirkeriya Tirk de li jinan hatiye kirin, hatiye belgekirin. Ev jî nîşan dide ku dijmin dixwaze vîna jinan bişkîne; ji ber ku ya pêşengiya şoreşê dike û serî li ber zihniyeta baviksalarî radike, jin e."

DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ JIN Û ZAROKAN SÛCÊN HOVANE DIKE

Zelûx bal kişand ser sûcê destavêtin û kuştina zarokekî iraqî bi destên çeteyan û ew bi hovîtî wesifand û got: "Me dît çawa zarokê iraqî Yasîn El Mehmûd li Serêkaniyê ji aliyê çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve, hat tecawizkirin û piştre hat qetilkirin. Ev sûc hovîtiya çeteyan eşkere dike."

Zelûx Reşîd got destdirêjiya dewleta Tirk a li ser xwezaya kantona Efrînê ya dagirkirî, weke êrişa li dijî jinan e, ji ber ku jin xwe weke parçeyekî xwezayê dibînin û wiha lê zêde kir: "Dagirkerî darên Meydankê dibire û xwezaya Efrînê ku bi xwezaya xwe ya bedew navdar bû, wêran dike. Em jin xwe wek parçeyekî xwazayê û bi xwezayê re xwe di nava têkiliyeke xurt de dibînin. Destdirêjiya li ser xwezayê destdirêjiya li ser me ye."

Zelûx Reşîd têkildarî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya bi destê rayedarên Îranê û tiştên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike wiha nirxand: "Kuştina jinan ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve ji ber heman sedeman e. Mînaka herî nêzîk jî kuştina Jîna Emînî bi destê rayedarên Îranê ye. Dewleta Tirk, Îran û welatên din ên kapîtalîst û faşîst ji mêj ve bi zext û zordariyan jin kirine koleyên xwe."

Li Rojhlatê Kurdistan û Îranê, ji 16’ê Îlonê û vir ve serhildan heye. Ew jî piştî ku jinan li dijî zext û zordariya desthilata Îranê ya li ser xwe serî hildan. Ev serhildan piştî sûcê hovane yê "polîsên exlaqê" yên Îranê li hember keça ciwan a Kurd Jîna Emînî, hat kirin. Jîna wê demê serdana Tehranê dikir û bi hinceta ku şert û mercên dirust ên girêdana şarpeyê pêk neaniye, hate girtin û îşkence lê kirin.

'ÇAWA KU JINÊN LI ÎRANÊ RABÛN SER PIYAN, DIVÊ JINÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÎ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK RABIN'

Zalûx Reşîd bang li rêxistinên têkildar kir ku ji bo rawestandina van binpêkirinan mudaxele bikin her wiha bêdengiya wan şermezar kir. Zelûx Reşîd her wiha got: "Em van binpêkirinan şermezar dikin. Divê hemû rêxistinên jinan û yên mirovî yên ku peymana CEDAW û Peymana Stenbolê îmze kirine li hember binpêkirinên li dijî jin û xwezayê yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bêdeng nemînin."

Zelûx Reşîd bang li jinên Efrînê yên li bajarê dagirkirî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan û wiha pê de çû: "Divê bertek li hember binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî diqewimin, wek serhildana Îranê, hebin. Em jinên Efrînê ji bo ku bigihêjin civakeke wekhev, dê berxwedana xwe bidomînin."

(hs)

ANHA