Bi hezaran şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Yilmaz Şero

Şêniyên beşdarî merasîma sersaxiyê ya hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çaksaziyê ya Herêma Cizîrê Yilmaz Şero bûn, da zanîn ku her ku yek ji welatiyan şehîd dibe berxwedana wan zêde dibe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vîneke xurt e û di oxira azadî û jiyana hevbeş de amade ye canê xwe bide.

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Yilmaz Şero
29 îlon, 2022   12:16
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê, endamên saziyên sivîl û leşker, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şehîd Yilmaz Şero re xwest. Şehîd Yilmaz Şero di 27’ê Îlonê de di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Girkê Legê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Yilmaz Şero li pêş mala wî ya li Qenat Siwês a Qamişloyê veda.

Di merasîma sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî El Seyid sersaxiya malbata şehîd xwest û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Hêvî El Seyid îşaret bi serkeftinên gerîla li çiyayên Kurdistanê kir û wiha domand: "Dijminê me komployan li dijî gelê me pêk tîne, ruxmî êrişên wê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku tê de hemû çekên giran li dijî hêzên me bi kar tîne, lê nikare têk bibe. Em ê dijmin têk bibin. Ji ber ku em xwedî fikir û felsefeyekê ne û parastina destkeftiyên şehîdan dikin."

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê Êriş Qamişlo jî got: "Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmên me bê navber didomîne, lê em li hember van êrişan disekinin û tevahî planên wê têk dibin."

Êriş Qamişlo wiha domand: "Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de hemû çekên giran bi alîkariya xayînan bi kar tîne. Lê nikarin gerîla têk bibin. Dê serkeftin para gelê Kurd be."

‘BERXWEDANA GEL Û FEDAKARIYÊN ŞEHÎDÊN ME BERSIVA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NE’

Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis wiha got: "Şehîd Yilmaz û şehîd Zeyneb her du endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk bûn. Ji dema çirûska şoreşê li Rojava pê ketiye û heta şehadeta wan, fedakariyên mezin di oxira jiyana azad de kirin û rojekê jî li ser erkên xwe dudil nebûn."

Talet Yûnis destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk projeya Rêveberiya Xweser û şikandina vîna gelê Kurd e û wiha pê de çû: "Dijmin siyaseta qirkirinê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Projeya demokratîk, biratiya gelan û hevgirtina me heye. Bi hemû derfet û enerjiya xwe hewl dide vîna me têk bibe. Lê berxwedana gel û fedakariyên keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva tund a li dijî dagirkeriya Tirk û alîgirên wê ye."

Yûnis wiha domand: "Em enerjî û morala xwe ji gel, hêz û dayikên şehîdan digirin. Em ê ji nû ve li ser birêxistinkirina hêzên xwe bixebitin û dê bi yekdestî li dijî van komplo û planên têkbirina vîna me bisekinin."

Yûnis bang li civata navneteweyî û hêzên li herêmê, di serî de Amerîka û Rûsyayê kir ku helwestên xwe ji van êriş û komkujiyên rojane li ser bakurê Sûriyê nîşan bidin.

Her wiha Yûnis bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li dora hêz, rêveberî û şoreşê bicivin û parastina destkeftiyên xwe bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Diminê me îro lawaz e û em bi hêz in. Em Rêveberiya Xweser bi hemû endam û nûnerên xwe soz didin şehîd Yilmaz, Zeyneb û hemû şehîdên azadî û rûmetê ku em heta pêkanîna azadiyê hemû projeyên şehadetê ne. Em amade ne di oxira jiyana azad de canê xwe bidin.”

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Yilmaz û dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA