Parlamentoya Lubnanê nekarî serokekî nû hilbijêre

Parlamentoya Lubnanê di hilbijartina serokdewlet de bi bin ket, ji ber ku 63 palamenteran dengê xwe bi kaxizên vala dan.

Parlamentoya Lubnanê nekarî serokekî nû hilbijêre
29 îlon, 2022   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Lubnanê ji bo dengdayîna li ser serokekî nû ji Lubnanê re, îro civiya.

Piştî ku li gorî destûrê 86 parlamenter ji tevahiya parlamenteran (128) kom bûn, dengdayînê dest pê kir. Lê 63 parlamenteran dengê xwe bi kaxiza spî da. Ev yek bû sedem ku parlamento di hilbijartinê de bi bin bikeve.

Parlamenteran piştî hejmartina belgeyan di dewreya yekemîn de vekişîn, bi wê re mafê dewreya duyemîn nehat dabînkirin. Ji ber wê serokê parlamentoyê Nebîh Berî civîn bi dawî kir.

Navên parlamenterên berê hatibûn pêşniyarkirin ev in; Mîşêl Muewed, Selah Henîn û Selîm Ide. Lê tu kes ji wan bi ser neketin.

(fr)