Parêzerê malbata Jîna Emînî îdiaya nexweşiyê derewand

Parêzerê malbata Emînî îdiayên ku dibêjin Jîna ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye red kir.

Parêzerê malbata Jîna Emînî îdiaya nexweşiyê derewand
29 îlon, 2022   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yek ji parêzerên malbata Jîna Emînî ya li Îranê bi îşkenceyê hat qetilkirin Saleh Nîxbext diyar kir ku îdiayên ku tê gotin pirsgirêkên tenduristiyê yên Emînî hene û dibe ku ev yek bibe sedema mirina wê rastiyê nîşan nade û got, "Îdîayin nexweşî derew in û divê cidî neyê girtin."

Parêzer da zanîn ku li Îranê gelek kesan di dema destgîrkirinê de jiyana xwe ji dest dane û got, "Qetilkirina girtiyan, bi taybetî ne tenê ji bo Jîna Emînî pêk hatiye." Parêzer anî ziman ku ew ne bi hêvî ne ku berpirsên qetilkirina Emînî bên cezakirin û got ku ekîba hiqûqî ya malbatê dê daxwaza avakirina komîsyoneke lêkolînê li ser mirina Emînî bike.