Tirkiye û Îranê careke din êriş birin ser Başûrê Kurdistanê

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Biradost bombebaran kir û rejîma Îranê jî careke din herêma Balekayetî topbaran kirin.

Tirkiye û Îranê careke din êriş birin ser Başûrê Kurdistanê
29 îlon, 2022   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk ji berî çend kêliyan devara Gerwî Singa û gundê Bêrkme yên herêma Biradost bombebaran kir. Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest netin.

Rejîma Îranê şeva borî ji saet 03.00’an heta saet 06.00’an bi dijwarî çiyayê Helgurt û Zazana Rost ên Balekayetî topbaran kir.  Ji ber topbarê ziyan gihîşte jîngehê.