Koçberên Serêkaniyê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Koçberan tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî rêbertî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Koçberên Serêkaniyê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
28 îlon, 2022   12:50
HESEKÊ

Îro koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê, bi xwepêşandaneke girseyî banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li xaka Sûriyê kirin. Her wiha  tecrîda giran a li ser rêbertî şermezar kir.

Bi sedan koçber, endamên meclisa kampê û endamên saziyên civaka sivîl ên ku li wir dixebitin, tev li xwepêşandanê bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, al û sembolên saziyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Meclisa Kampa Waşûkanî dest pê kir û li bazara kampê veguherî mitîngê. Di mitîngê de li ser navê meclisê daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê endama meclisê Cemîla Hemo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker li dijî dosyaya rêber Abdullah Ocalan rê li ber pêkanîna qanûnên navneteweyî digire. Rêbertî di encama komployeke navneteweyî de sala 1999'an dîl hate girtin. Ev qanûn veguheriye sîstemeke takekesî ya girêdayî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û dîktator. Bi hinceta cezayên dîsîplînê yên ku li ser wî ferz dike, rê nade ku rêber bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne.

 Di 30’yê Tebaxa derbasbûyî de, desthilata faşîst a Tirk li xwe mikur hat ku rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê hatiye dûrxistin û ev jî belgeyeke din a binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wê baweriyê de ne ku hemû komplo û pêkanînên dewletên komploger, bi taybetî yên dewleta Tirk a dagirker, ne ji valahiyekê hatine. Lê belê, encama têgihiştina emperyalîzma cîhanî ya li ser xeteriya helwest û nêrînên siyasî yên rêber Abdullah Ocalan e.

Ew metirsiyê di pêşkêşkirina fikrê rêber Ocalan de dibîne ku banga jiyana hevbeş a aştiyane di navbera hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn de dike Ew dizane ku îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û çareserkirina krîz û pirsgirêkên li tevahiya Rojhilata Navîn e.

Em bang li gelên çar parçeyên Kurdistanê û gelên demokratîk dikin ku hewlên xwe bikin yek da ku zextê li saziyên navneteweyî û dadgehên Ewropayê bikin, ji bo ku ew jî dewleta Tirk a dagirker neçar bike ku rêber Abdullah Ocalan azad bike, hesabê sûcên dewleta Tirk yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bipirse û dawî li dagirkeriya wê ya li herêmên dagirkirî bîne."

(hs)

ANHA