Çeteyên Sultan Murad 5 welatiyên Efrînê revandin

Çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker 5 welatî ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi tawan û hincetên derew revandin.

Çeteyên Sultan Murad 5 welatiyên Efrînê revandin
27 îlon, 2022   08:59
ŞEBA

Li gorî agahiyên çavkaniyê ji kantona Efrînê ya dagirkirî dane, çeteyên Sultan Murad di 20’ê Îlonê de bi ser gundê Qota yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî de girtin û 5 welatî bi tawan û hincetên derew revanin.

Li gorî çavkanî navên revandiyan wiha ne; Ehmed Reşîd Mistefa, Eslan Şaban Seydo, Hemze Mistefa Mistefa, Abdulqadir Şaban Seydo û Mistefa Menan Seydo.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan ew revandî ber bi cihekî nediyar ve birîn û hîna çarenûsa wan ne diyar e.

(fr)

ANHA