Li Îranê 18 rojnamevan hatine binçavkirin

CPJ’ê ragihandin ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî û şûn ve, 18 rojnamevan ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin.

Li Îranê 18 rojnamevan hatine binçavkirin
27 îlon, 2022   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Parastina Rojnamevanên navendî ya DYA’yê (CPJ) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji destpêka çalakiyên protestoyî û vir ve 18 rojnamevan hatine binçavkirin.

CPJ’ê anî ziman ku gelek rojnamevan bi serdegirtinên malan ên êvarê de, bêyî fermana girtinê yan jî derbarê sûcdarkirinan de daxuyaniyek bê dayîn, hatin binçavkirin.

Çalakiyên protestoyê, di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina Jîna Emînî ya li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve, re destpê kir.

Heta niha parêzvanê mafên mirovan Huseyîn Ronahî jî di nav de, bi hezaran kes hatin binçavkirin.