Serhildan û berxwedana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Emînî tevî hemû zextan jî di roja 10’emîn de didome. Heta niha di xwepêşandanan de 76 kes hatine kuştin.

Serhildan û berxwedana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome
27 îlon, 2022   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, roja dûşemê anku di roja 10’emîn de, li bajarên Sine, Mehabat, Serdeşt, Merîwan, Dîwander, Qurwe, Kirmaşan, Urmiyê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakî pêk hatin.

Her wiha ev çend roj in helîkopter û balafir li ser Bane, Seqiz û Sine difirin. Serdegirtina malan û binçavkirina çalakvanan jî berdewam e.

Şeva borî jî li bajarê Tehranê, Yezda, Meşhed, Tewrêz, Burazcan, Bucnurd, Şêraz û hinek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûnan berdewam kir.

Hêzên çekdarî yên Îranê bi armanca çewisandina xwepêşandanan serî li hinek hêzên biyanî daye. Şahid dibêjin ku li bajarê Meşhed kesên Ereb di nava hêzên çekdarî de bûn.

Her wiha ji ber berdewambûna xwepêşandanan, li hinek bajaran artêşa Îranê, zarokên Besîcî ji bo çewisandina xwepêşandanan bi kar tîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojan de hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin bû 76 kes û di nava wan de 6 jin û 4 zarok hene.

Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Îranê, heta niha 41 kes hatine kuştin.