Çeteyên bacê li berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê ferz dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi destpêkirina mewsima çinîna zeytûnan re li kantona Efrînê ya dagirkirî bacan li şêniyan ferz dikin.

Çeteyên bacê li berhemên zeytûnan ên şêniyên Efrînê ferz dikin
26 îlon, 2022   12:52
ŞEHBA

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê ya dagirkirî dewam dikin. Li gel ku şêniyan dest bi çinîna mewsima zeytûnê kir, lê çeteyan bac li şêniyan li navçeya Bilbilê, Mabeta û Şera ferz kirin.

Li navçeya Mabetayê komîteya qaşo bi navê aborî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker 55 hezar dolar li mewsima zeytûnê ya navçeya Mabetayê ferz kir, di nav de gundê Hisê heye ku baca wê derdora 10 hezar dolar e.

Li navçeya Bilbilê jî, çeteyên Ceyş El Nuxbe û Firqet Sultan Murad bi rêjeya ji sedî 10 bac li mewsimê û bi rêjeya ji sedî 25 bac li kargehên guvaştina zeytûnan birî.

Li navçeya Şerayê jî komîteya qaşo aboriyê, li xwediyên darên zeytûnan û kargehan geriyan ji bo ku bacê li wan ferz bike.

ANHA