QSD’ê îdiayên dagirkeriya Tirk ên şehîdxistina şervanên wê derewandin

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 16 şervanên wê di 22 û 25’ê Îlonê de, derewandin.

QSD’ê îdiayên dagirkeriya Tirk ên şehîdxistina şervanên wê derewandin
25 îlon, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker red kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker bi rêya hesabên xwe yên fermî di 22 û 25’ê Îlonê de, îdia kiribû ku 16 şervanên me di van herdu rojan de şehîd bûne, ev îdia bi temamî nerast û derew in.”