​​​​​​​Li Yemenê teqîn: Kesek hat kuştin û 10 jî birîndar bûn

Di encama teqandina otobusekê li bajarê Turbeyê ya başûrê parêzgeha Tazê ya Yemenê de, kesek hat kuştin û 10 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Yemenê teqîn: Kesek hat kuştin û 10 jî birîndar bûn
25 îlon, 2022   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Eyn El Îxbariye da zanîn ku teqîn li nêzîkî bendekê li dergehê bakur ê bajarê Turbeyê yê başûrê parêzgeha Tazê ya Yemenê pêk hatiye, ku otobuseke sivîlan e dema dewriyeyeke leşkerî di kêlek wê re derbas bû, hat teqandin.

Di encama teqînê de kuştiyek û 10 birîndar hene, di nav de hinek birînên wan giran in.

Heta niha tu aliyekî berpirsiyariya vê teqînê negirt ser xwe.

Ji gelek salan ve ev teqîna yekemîn e ku li bajarê Turbeyê pêk tê, bajar bi xwe jî xwedî cihekî stratejîk e ku Taz û Edenê bi hev ve girê dide û yek ji wargehên penaberan ên li parêzgeya Tazê ye.

Li Yemenê agirbesteke mirovî ji 2’ê Nîsana borî ve bi fermî dest pê kiriye ku tê payîn heta 2’yê Cotmeha bê bidome.

(mh)