Bîlançoya qurbaniyên "keştiya mirinê" bilind dibe

Hejmara qurbaniyên "keştiya mirinê" ya li nêzî beravên Sûriyê bû 102 kes, lê hîna çarenûsa bi dehan nayê zanîn.

Bîlançoya qurbaniyên "keştiya mirinê" bilind dibe
25 îlon, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku hejmara qurbaniyên "keştiya mirinê" ya kesên ku li nêzî beravên Sûriyê noqî ava bûye bû 102 kes.

SOHR diyar kir ku hîna çarenûsa bi dehan nayê zanîn.

Di keştiyê de penaberên lubnanî, filistînî û sûrî di navbera 100 heta 150 de hebû. Ew keştî pêncşema borî li hember beravên Tertûsê ku bi awayekî nerewa ber bi Îtaliya ve dişûn, noq bû.

Ev bûyer ji ber xemsariya hikumeta Şamê ya li ser lêgerînê rastî bertekên gel û malbatên windahiyan hat.

(fr)