Şaredariya Gel a Tebqayê taxên bajêr qîr dike

Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi xebatên jinûve sererastkirin û qîrkirina rêyên sereke û şaxî kir.

Şaredariya Gel a Tebqayê taxên bajêr qîr dike
25 îlon, 2022   13:00
TEBQA

Ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî li Tebqayê û di çarçoveya pêkanîna projeyên 2022’yan de Şaredariya Gel a Tebqa bi hevkariya Komîteya Rêveberiyên Herêmî û şaredariyên li Tebqayê dest bi xebatên jinûve sererastkirin û qîrkirina gelek rêyên li taxa bajêr kir.

Şaredariyê alavên xwe li taxên başûr ên Tebqayê kom kirin û dest bi yekemîn xebatên xwe yên qîrkirina rêya di navbera Çerxerêya El Ecrawî ya li rojava heta bi taxa Iskenderiye ya li rojhilata kir.

Şaredariyê beriya çend rojan rêyên di plana qîrkirinê de amade kirin û qîra berê rêş kir û madeya MCO ji bo hêsankirina hevgirtina qîrê lê reşand.

Li ser girîngiya rêyên dê di projeya li hundirê bajêr de werin qîrkirin, Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Ebdulezîz El Mistefa wiha got: "Me xebatên xwe li taxa başûrê bajêr kirin û di çend rojên bê de dê xebat li ser gelek rêyan werin kirin; kolana El Weset, kolana Omer Bin El Xetab, Korînîş El Xerbî û kolana  Sîna El Sanî, ji wê zêdetir dê hin rê werin sererastkirin."

Li ser mîqdara qîrê û dema projeyê El Mistefa wiha domand: "Di palana qîrkirinê ya îsal de 7 hezar metrekab ji qîrê hatine veqetandin û ger tiştekî awarte yan jî hewa nehat guhartin dê xebat vê mehê bi dawî bibe."

Li ser sedemên derengmayîna qîrkirinê El Mistefa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Xebatên qîrkirinê li bajêr û gundewarên wê ji ber hin xerabbûnên di kargeha qîrê de dereng man, vê yekê nehişt di destpêka havînê de xebatên qîrkirinê pêk bên."

(fr)

ANHA