Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin

Li Hesekê qetilkirina Jîna Emînî hat şermezarkirin û serhildana jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hate silavkirin.

Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
Li Hesekê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin
25 îlon, 2022   12:27
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ji aliyê "Polîsên exalq" yên Îranê ve û piştgiriya serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Kongra Star li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên li bajarê Hesekê çalakî li dar xistin.

Bi pêşengtiya Kongra Star, jinên li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Jinan wêneya Jîna Emînî û jinên têkoşer hildan. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û daxuyanî hate dayîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Nîda Salih axivî û diyar kir ku jin bi hinceta hîcabê û di bin navê ol a sextet de têne qetilirin û got:  "Sûcên ku bênavber li djiî jinan têne kirin, tenê pêkanîna îslama tundraw a sexete ye, ev ne sûcê yekemîn e û dê ne ya dawî be. Ji ber ku ev fikrê hovane yên desthilatdar hîna li cîhanê belav e. Ev fikr bi hemû aliyan xwe li dijî jinan e ku têne qetilkirin û tundî li ser wan tê meşandin."

Nîda Salih sûcên rejîma Îranê yên li ser jinan şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku van sûcan rawestînin û wiha domand: "Em Kongra Star bi hemû jinên di tevgerên jinan û partiyn siyasî de qetilkirina Jîna Emînî şermezar dikin ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin ku tundiya li ser jinan rawestînin. Ev sûc xaleke reş li eniya hemû kesên ku jê re li çepikan didin û destekê didin vê zilmê."

Nîda Salih piştgiriya xwe bi serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê re anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hemû Mahsa ne. Sûcdar çi dikin bila bikin, em dengê jinan ê ji hundirê Tehranê dibihîzin. Bê teredudu û bê tirs em li ber xwe didin û tê dikoşin heta ku tevahî jinên cîhanê rizgar bibin."

Li kampa Waşûkanî jî çalakiyek hat lidarxistin. Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Kongra Star Îman Mamo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Jîna Emînî wekî ketina exalq hate nîşandan û wiha hate gotin: "Em dengê xwe tev li dengên ku ji bo Jîna Emînî bilind dibe, dikin. Divê li tevahî cîhanê çareseriyeke guncaw ji doza jinê û azadiya wê re were dîtin. Li gelek welatên cîhanê ji bo şermezarkirina sûcê hovane yên qetilkirina keça bêguneh xwepêşandanên girseyî tên lidarxisitn. Em jinên li kampan vî sûcî şermezar dikin û piştgiriya xwe bi hemû jinên cîhanê re tînin ziman ku siyasetên qetilkirina jinan red dikin."

Di daxuyaniyê de bang li dewletên mezin û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku qetilkirina jinan rawestînin û qatilan li dadgehên bilind ceza bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em ê têkoşîna azadiya jinan berdewam bikin û berxwedanan jinan a li Îranû Rojhilatê Kurdistanê silav dikin."

Di dawiya çalakiyan de jinan hîcab şewitandin.

ANHA