​​​​​​​Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê aloziya debarê, li Îranê serhildanên jinan

li dijî rewşa xizmetguzariyê û rewşa jiyanî ya xirab li parêzgeha Siwêdayê xwepêşandan li dar ketin. Ji ber nakokiyên Çarçoveya Hemahengî û Tevgera Sedr aloziya siyasî ya li Iraqê dewam dike. Li Îranê jî xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî berfireh dibin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê aloziya debarê, li Îranê serhildanên jinan
25 îlon, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser rewşa debarê ya dijwar a li herêmên hikumeta Şamê û xwepêşandanên li Siwêdayê, aloziyên siyasî yên Iraq û Lubnanê û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistan.

‛LI SIWÊDAYÊ XWEPÊŞANDANÊN JI BER REWŞA JIYANÎ, REJÎM HEMAN SOZAN DUBARE DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Bi dehan xwepêşandêrên ji parêzgeha Siwêdayê duh di roja duyemîn de rêya Şam-Siwêdayê, nêzî bajarokê Hezim ê bakurê Siwêdayê û rêyên sereke yên li navarasta bajêr bi tekerên şewitî girtin. Ev xwepêşandan li dijî rewşa xizmetguzariyê û rewşa jiyanî ya xirab li herêmê, pêk hatin. Li bajarokê El Mezrea jî piştî şerekî di navbera eşîran de ku 2 ji ciwanên wan hatibûn girtin, aramî vegeriya herêmê.

Xwepêşandanên li Siwêdayê sibeha duşemê dest pê kiribûn. Ciwanekî ji gundê Hezim ku beşdarî xwepêşdanên dawîn bûye û navê Hemze li xwe kiriye, ji rojnameyê re got: “Xwepêşdandêr ji rewşa aborî û ewlehiyê ya xirab bi hêrs in, ji lew re rêyên sereke girtine.”

Hemze diyar kir ku li hemû welatên cîhanê hikumet û desthilat berpirsiyariya welatiyên xwe radikin, lê li Sûriyê vebijêrka welatiyan tenê xwepêşdanan in û wiha pê de çû: “Êdî xelk nema barên pêdiviyên jiyanê yên her roj zêde dibin û bihabûnê, radike. Hêzên rejîma Sûriyê hîna dest di xwepêşdanan de wernedaye, lê belê endamên xwecihî yên girêdayî hêzên Dîfa Wetenî roja duşemê amade bûn û agirê pê ketiye vemirandin da ku rêya vekin. Hin kesayetên civakî yên li Siwêdayê û li ser asta parêzgehê bang li xwepêşandêran kir ku xwe ragirin û dê di demeke nêz de pêdiviyan wana pêk bînin.

‛GELO DÊ MALIKÎ HEWLDANÊN SÊALÎ YÊN ÇARESERKIRINA KRÎZA BI SEDR RE TÊK BIBE?’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê têkildarî namzetê xwe yê dawî ji bo serokwezîriyê hewl didin bigihînin lihevkirinekê. Ew jî beriya şandeyek ji Çarçoveyê bi serkêşiya serokê Hevbendiya Fetih Hadî El Amirî tevî nûnerên PDK’ê û Îtîlafa Serweriya Sunnî bigihînin Henane ku navenda bicihbûna serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr e da ku li ser hûrgiliyên rêvebirina merheleya bê nîqaş bikin, pêk hat.

Di Çarçoveya Hemahengiyê de di van rojên dawîn de nakokî di navbera wan de li ser namzetiya fermandarekî Partiya Dawe Mihemed Şiya Sûdanî hene. Koma ku El Amirî bi rê ve dibe û serokwezîrê berê Heyder El Ebadî destekê didiyê, da zanîn ku girêdana bi Sûdanî re dibe ku kedên lihevkirina ber bi çareseriya bi Sedr re têk bibe û ya herî baş ji nû ve hilbijartina Mistefa Kazimî ye.

Li hemberî vê, koma din a bi serkêşiya serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî israr dike ku tu derfet ji bo nîqaşkirina li ser namzetekî din tune ne û di wê yekê de serokê E

‛LUBNAN: SÎNARYOYÊN LI SER MAFÊN HILBIJARTINA SEROKATIYÊ’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Bi nêzbûna mafê hilbijartina serokekî nû ji Lubnanê re, hîna dîmena siyasî ya hundirîn bê nîşaneyên pratîkî ne. Lê ev maf dê di dema xwe ya destûrê de pêk were ku 31’ê Cotmeha bê bi dawî bibe. Wê jî azar ji hemû sînaryoyên ku texmîn dikin îhtîmala valahiyeke serokatiyê li ser hemû îhtîmalên din girantir dikin, derxistin holê.

Lê der bare gotina k utu nîşane tune ne û kesê kilîta Meclisa Nûneran bi dest de ye anku Nebî Berî dê di demeke nêz de civîna hilbijartinê li dar bixe. Ji ber ku eşkere kir ku ew kilît naxe tevgerê heta li ser navekî li hev dikin.

Ji dîmenên parlamento û siyasî eşkere dibin ku Lubnan li hember şerekî serokatiyê ye, ji ber ku ne parlamenterên aliyên muxalif ne jî alîgir têrê nakin, anku 65 deng ji eslê 128’an tune ye ku bigihînin namzetekî ji bo serokatiyê."

‛XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ BELAV DIBIN’

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El Ereb ev tişt nivîsand: "Bi hezaran kese li ser qetilkirina Mehsa Emînî ku polîsên exlaqê bi tawana cilên wê ne li gorî cilên jinên li Îranê ew girtiye, daketin qadan.

Di xwepêşandanên li seranserê welat de herî kêm 6 kes hatin kuştin, li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê ji nav wan polîsek û 5 welatiyên beşdarî xwepêşandanan hene.

Ajansa Erna ya Îranê duh diyar kiribû ku di xwepêşandanên li bajarê Şîraz ê başûrê Îranê de ku şeva sêşemê hatiye lidarxistin 4 polîs birîndar bûn û yek hate kuştin.

Desthilata Herêma Kurdistanê li Îranê ragihand ku di xwepêşandanên sêşemê yên li Kirmanşahê de 3 kes hatin qetilkirin. Lê desthilatên Îranê diyar kir ku têkiliya hêzên ewlehiyê bi kiryarên qetilkirinê re tune ne.

Bi hezaran li Îranê li ser qetilkirina Jîna Emînî ku polîsên exlaqî di 13’yê Îlonê de bi sedema cilên wê ne li gorî cilên jinên Îranê ve girt û ber bi navenda polîsan ve bir. Polîsan got wê azarên pirsgirêkên dil dikişand û piştre wefat kir.

Piştî Jîna Emînî wefat kir, nexweşxaneya ku ew derman dikir li ser instgramê got û piştre hate rakirin, Jîna Emînî dema derbasî nexweşxaneyê bûbû, mirîbû.

Wefata Jîna Emînî (22) hêrseke mezin di dozan de çêkir; ji wan azadî û aboriya li Îranê ye."

ANHA