​​​​​​​Beşdarên çalakiya pirtûkxaneya gerok: Bi fikrê rêber Ocalan pêkhateyên herêmê bûn yek

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya hemleya “Werin cenga azadiyê”, bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, çalakiya pirtûkxaneya gerok li Reqayê li dar xist. Armanca tevgerê ew e ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bidin nasandin û ragihînin beşên cuda yên civakê.

​​​​​​​Beşdarên çalakiya pirtûkxaneya gerok: Bi fikrê rêber Ocalan pêkhateyên herêmê bûn yek
24 îlon, 2022   15:36
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji vê çalakiyê armanc dike fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bide nasandin û ragihîne beşên cuda yên civakê.

Îro pirtûkxane li kolan û taxên Reqayê geriya. Piştî wê li qada bajêr rawestiya. Di çalakiya li qadê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê, Bozan Berkel axivî û got: “Ji vir, ji bajarê Reqayê ku hêza tarî ya herî mezin têk bir ku di bin baskên dewleta Tirk de bû, em fedekariyên şehîdan bibîr tînin ku ji bo rizgarkirina bajêr û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedanek bi tîpên zêrîn hat nivîsîn, nîşan dan.”

/ar/uploads/files/2022/09/24/151504_bwzan-brkl.webp

Bozan Berkel di nav axaftinên xwe de behsa komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir ku ji bo gelên bindest tê dikoşe û li ber xwe dide.

Her wiha Berkel destnîşan kir ku çareseriya yekane ya li hember dagirkerî û xiyanetê, parastina rewa li dijî zulm û çewisandinê ye û got: “Şerê gel ê şoreşgerî, rêya yekane ya ji bo tunekirina dagirkeriya Osmanî ye. Em ji gelên herêmê re dibêjin, em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û dê rêya şehîdan berdewam bikin ta ew herêm bi giştî rizgar dibin.”

/ar/uploads/files/2022/09/24/151516_luy-alaysa.webp

Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa axivî û got; “Pêkhateyên herêmên yên kurd, ereb, ermen û çerkes bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bûn yek. Ji vir em bang li cîhanê dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

/ar/uploads/files/2022/09/24/151644_00000000.webp

Di dawiya çalakiyê de, sînefizyonek têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan, hate pêşandan. Tê payîn ku sibe pirtûkxaneya gerok biçe bajarokên Retla yê başûrê Reqayê û Sehlebiye yê rojavayê bajêr.

ANHA