​​​​​​​Rêxistinên jin û partiyên siyasî sûcê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir

Kongra Star li navçeyên Dêrik û Çilaxa, partiyên siyasî yên li Reqa sûcê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî bi destê desthilatên Îranê şermezar kir, pêkanîna tundiyê li ser jinan û qetilkirina wan red kirin.

​​​​​​​Rêxistinên jin û partiyên siyasî sûcê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
​​​​​​​Rêxistinên jin û partiyên siyasî sûcê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
​​​​​​​Rêxistinên jin û partiyên siyasî sûcê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
24 îlon, 2022   13:34
QAMIŞLO

Kongra Star li navçeyên Dêrik û Çilaxa bi daxuyaniyên cuda sûcê ku desthilatên Îranê li dijî jina Kurd Jîna Emîn pêk aniye, şermezar kir.

Endama rêveber a Kongra Star Şadiye Yûsif bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star a Dêrikê daxuyanî da û wiha hate gotin: "Em sûcê îranê ku bi navê olê li dijî çalakgera Kurd Jîna Emînî bi destê hêzên ewlehiya Îranê bi tawana laçik li xwe nekiriye û di encamê de rêbazên gelek xirab îşkence û heqaret lê kirin heta ku jiyana ji dest da, şermezar dikin."

Di daxuyaniya Kongra Star a Dêrikê de hate destnîşankirin ku Jîna Emînî parastina azadî û mafên jinan dikir, ev sûca li dijî wê jî asta zihniyeta desthilatê li dijî jinan eşkere dike.

Di daxuyaniyê de sûcên desthilata Îranê yên li dijî jinan hate şermezarkirin û soza têkoşîna li dijî zihniyeta paşverû hat dayîn.

Di daxuyaniyê de gotina rêber Ocalan hate bibîrxistin ku" Jin ne milkê kesî ye, milkê xwe ye û divê ew biryara xwe bi xwe bide û hate gotin: “Li ser vê bingehê em ê li dijî zulm, nezantî û çewistandinê tê bikoşin. Ev sûc îradeya me naşikîne lê belê berovajî wê, îsrara me ya berdewamkirina têkoşînê li hember qanûnên zordest zêde dike. Ji bo ronîkirina rêya jinan heta bigihêjin azadiya xwe dê bibin çirûsk.”

Li navçeya Çilaxa jî endama Komîteya Perwerde ya Kongra Star Sefa Elî daxuyanî xwend.

Sefa Elî di destpêka daxuyaniyê de ev tişt got: "Ev sûcê li dijî Jîna Emînî li Îranê ji hêla polîsên exlaqê ve pêk hatiye bi hiceta lixwekirina laçikê bi awayekî neguncaw pêk hat."

Sefa Elî da zanîn ku mixabin, bihane ji gunehê qirêtir re ku bi navê elxaqî bang dikin, exlaq li hember vê sûcê hovane li ku dimîne.

Li dawiya daxuyaniyê, Sefa Elî bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekê ji van binpêkirinên hovane re deynin ku pêşî li dubarekirina wê bigirin.

Girêdayî mijarê, partiyên siyasî yên li Reqayê; Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Komarê ya Kurdistanê, Partiya Kesk a Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek li parka şehîd Hevrîn Xelef a li Reqayê têkildarî sûcê li dijî Jîna Emînî da. Hevseroka Nivîsgeha PYD’ê li Reqayê Nêroz Mislim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin rejîmên dîktator li Rojhilata Navîn sûcên hovane li dijî her kesê hewl bide li hember rejîmên wan ên çewsîner bisekine pêk tîne, nexasim jî li dijî jinan.

Her wiha hate destnîşankirin ku herî dawî jî leşkerên girêdayî rejîma melalî li Îranê Jîna Emînî li pêş guh û çavên cîhanê bi hiceta ku qanûn bin pê kiriye, qetil kir.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Em partiyên siyasî li Reqayê qetilkirina Jîna Emînî bi destê polîsên Îranê şermezar dikin. Em hemû kiryarên hovane ku rejîmên dîktator li Rojhilata Navîn û komên tundraw li dijî gelê herêmê bi tabyet li dijî jinan pêk tînin şermezar dikin. Mînakên van sûcan gelek in û bi belge ne; ji Efganistanê û Îranê bigire heta bi herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî bi hemû rêxistinên wê yên mirovî û hiqûqî hate kirin bi lez tev bigerin û sînorekê ji van hemû sûcên li dijî azadiya gelan bi taybet li dijî jinan pêk tên re deynin.

(fr)