Keça şehîd Yadê Emîne: Em ajan û sîxuran efû nakin

Keça Yadê Emîne ya şehîd, Mizgîn Xelîl operasyona QSDʹê ya li dijî sîxuran silav kir û got, “Ew bi QSDʹê bawer in ku dê herêmê ji sîxur û ajanan paqij bike.”

Keça şehîd Yadê Emîne: Em ajan û sîxuran efû nakin
24 îlon, 2022   06:24
KOBANÊ

Bangên cezakirina sîxur û ajanên ku di Opersyona Sondê de ji aliyê QSDʹê ve hatine girtin dewam dikin.

Mizgîn Xelîl, keça şehîd Yadê Emîne ye ya ku bi hevrêyên xwe Zehra Berkel û Hebûn Mihemed re di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li gundê Helincê yê Kobanê şehîd bûye, daxwaza darvekirina ajan û sîxuran kir da ku ji yên xeynî wan re bibin dersek.

Mizgîn Xelîl got: ʹʹArmanca hedefgirtina jinên têkoşer ew e ku şoreşa wan a ku qeydên bindestiyê şikandine, were têkbirin. Jinan di vê şoreşê de nasnameya xwe ya windayî dîtin. Ev şoreş dewletên desthilatdar di serî de dewleta Tirk a dagirker aciz kir, ji ber vê yekê tavilê berê xwe da vemirandina wê şoreşê bi rêya hedefgirtina jinên têkoşer.ʹʹ

Mizgînê da zanîn ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker serkeftinên jinan li Rojavayê Kurdistanê dîtin, bêdeng nema û hewl da bi hemû awayan jinan wek berê vegerîne, ji ber wê ji bilî şerê taybet û bikaranîna şêniyên herêmê wek sîxur ji xwe re tu vebijêrek neman.

Mizgîn Xelîl wiha zêde kir: “Bi rastî jî wê toreke ajanan li herêmên me ava kir ku zirareke mezin gihandin herêmê û bû sedema jidestdayîna gelek hevrêyên me û tirs di dilê zarokên me de çand, em ê çawa wan efû bikin.”

Mizgîn rola mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Operasyona Sondê de silav kir ku di encama wê de sîxurên ku bûn sedema şehîdadeta keç û xortên herêmê hatin girtin û got, ew bi QSDʹê bawer in ku dê herêmê ji sîxur û ajanan paqij bikin.

Mizgîn Xelîl her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku di operasyonê de bi QSDʹê hevkar be û ji wan xwest ku ha ji zarokên xwe hebin da ku nebin qurbanên planên Tirkiyê.

(mh)

ANHA