Xwepêşdanên li Îranê pêl bi pêl belav dibin: Bajarek ket destê gel

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî berxwedan pêl bi pêl belav dibe, li bajarê Şîno yê Kurdan polîs û leşker neçar man ji kolanan vekişin.

Xwepêşdanên li Îranê pêl bi pêl belav dibin: Bajarek ket destê gel
24 îlon, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve berxwedan pêl bi pêl belav dibe. Tevî binçavkirin, girtin û êrişa leşker û polîsan gel kolanan naterikîne.

ŞÎNO DI BIN KONTROLA GEL DE YE

Li gelek bajaran gel, bi leşkerên bimotosîklet, polîs û hêzên paramîlîter re pevçûn. Gel ji bo bi hêzên paramîlîter û polîsan re têbikoşe bi rêyan de rûn rijandin. Kontrola bajarê Şîno (Oshnaviye) yê Eyaleta Rojhilatê Azerbaycanê ku li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ye di destê gel de ye. Hêzên leşker û polîsan neçar man paş ve vekişin. Fenomenê twîtterê Tawheed Javadî di twîtterê de ev nivîs nivîsand: “Piştî şoreşa 1979’an cara ewil e kontrola bajarekê bi temamî kete destê xwepêşandêran.”

NY LI SER TWÎTTERÊ ŞERMEZAR DIKE

Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bila Xamenay bê kuştin”, “Ji dîktator re mirin”, “Em ê şer bikin, em ê bimirin, lê em ê Îranê paş ve bistînin”, “Bombe, tank, tiving êdî bandor nake, divê Molla derkeve” , “Ev sal e sala xwînê ye, serokê Îranê ha ket, ha dikeve” hatin qîrîn. Li ser vîdeoyên hatin parvekirin Neteweyên Yekbûyî û NY Jinê bertek nîşanî Hikumeta Îranê da û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal peyamên şermezarkirinê weşandin.

HETA NIHA 50 XWEPÊŞDANDÊR HATINE KUŞTIN

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî de 50 xwepêşander hatine kuştin û binçavkirina bi komî ya xwepêşanderan û çalakvanên sivîl berdewam e.

BERXWEDAN BELAV BÛ

Li paytext Tehranê jî dîmenên ku polîs çalakvanan rasterast hedef digirin hatin weşandin. Li bajarê Kûm çalakvanan bi kokteylên molotovê bersiva çeteyên Besîç didin. Çalakvanan li gelek bajaran Xamaney jî di nav de gelek wêne û posterên serokên Komara Îslamî çirandin. Di dîmeke ku ji bajarê Meşhed hat jî hate dîtin ku peykerê “Morteza Motaharî” tê şewitandin. Hesaba bikarhênerekî ya bi navê “1500 Tasvîr” rewşa welêt weke “di rewşa berxwedanê de” binav kir û vîdeoyên ji kolanên Tehranê weşand û ragihand ku girseyên qelebalix yên xwepêşanderan hemû kolanên Tehranê dagîr kirine. Di dîmenan de hate dîtin ku wesayîtên ku di kolanan de derbas dibûn bi dengê kornayan piştgirî didin jinên ku dersokên xwe ji serê xwe dikin û dişewitandin.

DÎASPORA DI ÇALAKIYÊ DE YE

Îraniyên li derveyî welat, tevî Almanya, Amerîka û Kanadayê bi awayekî hemwext daketin kolanan û ji raya giştî û rayedarên Rojavayî xwestin ku “sûcên Komara Îslamê” şermezar bikin.

YEKITIYA NIVÎSKARÊN ÎRANÊ DANEZANEK WEŞAND

Endamên Yekitiya Nivîskarên Îranê, sendîkayên çandî û hunerî, nivîskar û hunermendan têkildarî “piştgiriya xwe ya tevgera rizgariya gel” danezanek weşand. Yekitiya Nivîskaran ferzkirina dersokê ya li jinan weke “heqareta rûmeta mirovahiyê” bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şermezarkirinên niha li welat belavbûne “encama hêrsa 40 salan e”.

Çalakvanên mafê mirovan û 12 rêxistinên mafê mirovan şevê din daxuyaniyek dan û bang li raya giştî ya navnetewî kirin ku “ji bo li dijî zordariya ku hikûmeta Îranê li ser jinan û çalakvanan pêk tîne têbikoşe” mudaxile bike.