Kampanyaya "Têkoşîna li dijî kuştina jinanʹʹ bi dawî bû

Kampanyaya "Têkoşîna li dijî kuştina jinan" ya ku ji aliyên rêxistinên jinan ên Başurê Kurdistanê hatibû ragihandin, bi dawî bû.

Kampanyaya "Têkoşîna li dijî kuştina jinanʹʹ bi dawî bû
23 îlon, 2022   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya "Têkoşîna li dijî kuştina jinan" ya ku ji aliyên rêxistinên jinan ên Başurê Kurdistanê hatibû ragihandin, b civînekê bi dawî bû. Civîn li hola Tewar a bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna bi dehan jinan hat lidarxistin.

Di civînê de endama nûnertiya kongra Star a Başûrê Kurdistanê Silava Silêman axivî û hat gotin :ʹʹDi serî de bi navê Nûnertiya Kongra Star a li Başurê Kurdistanê em her jinekî ku ji bo azadiyê bi dest bixe, li ber xwe da û têkoşîn kir bi rêzdarî bîrtînin. Em weke rȇxistin ȗ tevgera jin soz didin ku em ê bi vȋn ȗ îradiya jina azad têkoşîna xwe berdewam bikin û rȇ nedin kuştina jinan."

Silava Silêman di dewma axaftina xwe de bal kişand ser kampanyaya li dijî tundî û qetilkirina jinan û wiha domandin: ʹʹ Em weke Nûnertiya Kongra Star tev li kampanyaya li dijî tundî û kuştina jin bûn ku 14ʹ Îlonê ji hêla Yekitiya Jinên Kurdistanê ve hat ragihandin. Helbet ji bo çareseriya pirsgirêkên jin û civak hefteyek têrê nakê, gerek dike ku em di hemû kêliyan de têkoşîn bikin da ku em karibin rê li ber kuştina jinan bigirin. Ji ber her kêlî bi hezaran jin li hemberê şidet û kuştinê rû bi rû dimînin da ku jinan bȇ deng bikin, wȇ ji azadiya wȇ mehrȗm bihȇle."

Silava Silêman qetilkirina Jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û wiha got: ʹʹBuyera qetilkirnia jina ciwan a Kurd Jîna Emȋnȋ ne buyera yekȇ li Îranê ye ku jinên Kurd tên hedefgirtin, lê di şexsê Jîna de bi hezaran jin îro li Rojhilat rabûne serhildanê. Di heman demȇ de di zindanȇn dewleta faşîst a Tirk de jȋ bi sedan jinȇn ku ji bo maf ȗ azadiya xwe têdikoşin, hene. ʹʹ

Silava Silêman her wiha îşaret bi têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê li hemberî DAIŞ û dagirkeriya Tirk û têkoşîna jinên Başurê Kurdistanê kir û bang li hemû jin û rêxistinên jinan kir ku li hemberî zihniyeta desthilat a û paşverû asta têkoşîna ji bo azadiyê xurt bikin.

ANHA