​​​​​​​Hevserokê Zanîngeha Rojava: Em bi akademîsyen û siyasetmedarên Başûr re civiyan

Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîllah Mistefa da zanîn ku gelek hevdîtin bi aliyên pispor ên Başûrê Kurdistanê, akademîsyen û siyasetmedaran re çêkirine û got "Me li ser rewşa xwendinê ya li Zanîngeha Rojava û rewşa perwerdeyê, xurtkirina têkiliyan bi zanîngehên Başûr re, pevguhartina pisporiyan û werşeyên xebatê yên hevbeş nîqaş kir.”

​​​​​​​Hevserokê Zanîngeha Rojava: Em bi akademîsyen û siyasetmedarên Başûr re civiyan
23 îlon, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Zanîngeha Rojava bi hevkarî û koordîneya bi Zanîngeha Lubnanî-Fransî ya Başûrê Kurdistanê re werşeyeke xebatê ya hevbeş li Hewlêrê bi navê "Kurdistan di kar û barên herêmî û navneteweyî de" li dar xist.

Şandeya ji Zanîngeha Rojava ji hevserokê zanîngehê Dr. Ebdulîllah Mistefa, Dr. Sêvî Îzolî (mamosteyê Zanîngeha Rojava-Fakulteya Hiqûqê), mamoste Rinde Mistefa (mamosteya zanîngehê-Beşa Jineolojiya) pêk tê.

Di xebatên werşeyê de Dr. Aram Mihemed Qadir (nûnerê wezîrê perwerdeyê yê Başûrê Kurdistanê(, Dr. Emîr Ebdurehman Ehmed (Şêwirmendê Wezareta Perwerdeyê) û gelek lêkolînerên ji Amerîka, Fransa û Brîtanyayê, zanîngehên Başûrê Kurdistanê û berpirsên hikumeta Başûr amade bûn.

BEŞÊN CIVÎNA XEBATÊ

Di werşeya xebatê ya hevbeş de 4 beşên sereke hebûn. Ya yekemîn li ser erdîngariya siyasî ya herêmê û navneteweyî ya Kurdistanê bû, tê de Zanîngeha Rojava bi lêkolîneke bi sernavê; Rojava û têkiliyên wê yên navneteweyî li gel siysetên dewleta Tirk û gefên wê beşdar bû.

Ya duyemîn li ser aboriya siyasî, mayîndebûn û pêşdeçûnê bû, Zanîngeha Rojava lêkolîneke bi sernavê ‘rewş û astengiyên geşkirina berhema çandinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ pêşkêş kir.

Ya sêyemîn li ser qanûna navneteweyî û şîroveyên destûrê bû. Zanîngeha Rojava bi lêkolîna xwe ya bi sernavê ‘doza Kurd di DMME’yê de’ beşdar bû.

Ya çeremîn jî li ser lêkolînên zayendî; jina Kurd, têgihîştin û rastî ku tê de Zanîngeha Rojava bi lêkolînekê bi sernavê ‘jina Kurd û rola wê di Rojava de’ beşdar bû.

Têkildarî mijarê hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîllah Mistefa diyar kir ku hevdîtinên ku di vê dawiyê de li Başûr çêbûne li gorî muzakereya lihevkirinê ya di navbera Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Lubnanî-Fransî de bûn û wiha got: "Vê muzakereyê zemînek ava kir ku hin xebat pêk werin û werşeyeke xebatê di nava her du aliyan de were birêxistinkirin. Ev werşe ji çend mehan ve amadekariya wê tê kirin û bi navê Kurdistan di kar û barên herêmî û navneteweyî de hate lidarxistin.”

Mistefa wiha domand: "Me 4 semînerên girêdayî beşên werşeyê yên li ser Rojava amade kirin. Me bal kişand ser êriş û gefên dewleta Tirk û me piştrast kir ku ev êriş gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwin û bandorê li tevahî aliyên jiyanê dikin, di serî de aborî, perwerdeyê û koçberî. Her wiha me teqezî bi pêwîstiya nedûrxistina Kurdan ji erdnîgariya wan û înkara hebûna wan kir. Her wiha me got çare di rêyên demokrasiyê de ne û divê hemû pirsgirêkên asê bi rêyên demokrasî werin çareserkirin, ger nebû wê rewşa herêmê aloztir bibe."

Mistefa eşkere kir ku wan behsa girîngiya hemwelatîbûn, mafên mirovan û rêbazên wergirtina gelê Kurd ji mafên welatîbînê li gorî qanûnên navneteweyî û çawaniya wergirtina van mafan kir û ev tişt got: "Ji ber ku rêxistina mafên mirovan bi awayekî guncaw nêzî vê mijarê nabe."

Mistefa anî ziman ku wan pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û pêwîstiya avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyan li gorî qanûnên navneteweyî pêşkêş kir, her wiha behsa rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêwîstiya destekdayînê wê piştî paşketina çandiniyê li herêmê ya ji ber nebarîna baranê û qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin. Mistefa diyar kir ku wan behsa rola jina Kurd li Rojava di aliyên siyasî, aborî û leşkerî de kir.

Piştî werşeya xebatê hin hevdîtin bi aliyên taybet li Başûrê Kurdistanê, hin akademîsyen û siyasetmedarên xwedî biryar re hatin kirin. Li ser vê yekê Dr. Ebdulîllah Mistefa da zanîn ku di hevdîtinan de behsa rewşa perwerdeyê li Zanîngeha Rojava, rewşa perwerdeya akademîk û zanistî û xurtkirina têkiliyan bi zanîngehên li Başûrê Kurdistanê, pevguhartina pisporiyan û avakirina werşeyên xebatê yên hevbeş hatin kirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Hemûyan desteka xwe ji vê yekê re nîşan da."

(fr)

ANHA