‘Bi şerê gel ê şoreşgerî jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin’

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê xwe ji bo foruma bi dirûşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin" amade dike. Xurtkirina feraseta şerê gel ê şoreşgerî dê bibe mijara sereke ya forumê.

‘Bi şerê gel ê şoreşgerî jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin’
23 îlon, 2022   03:27
TEBQA – EBDULREHMAN EL SALIH

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin" amadekariyên lidarxistina forumê dike ku hemû şaxên yekitiyê yên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava xwe de dihewîne.

Tê payîn ku bi tevlêbûna gelek tevgerên jinan di 25’ê Îlonê de li herêma Cizîre forum dest pê bike.

Têkildarî beşdarbûna Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê û mijarên ku dê di forumê de werin nîqaşkirin, rêvebera yekitiyê Şeza El Mihemed ev agahî parve kirin: "Di Foruma Yekitiya Jinên Ciwan de, em ê girîngiya aktîfkirina rola komên ciwan, bi taybetî rola jinên ciwan di civakê de nîqaş bikin. Her wiha dê çawaniya parastina wê ji hemû gef, êriş û şêwazên şerên taybet ên ku di têkoşîna xwe de pê rû bi rû dimîne, bibe mijara nîqaşê."

Şeza axaftina xwe wiha dewam kir: "Di forumê de em ê li ser girîngiya pêşxistina feraseta şerê gel ê şoreşgerî, parastina cewherî û belavkirina vê çandê di nava jinan de, bisekinin. Ev jî ji bo îsbatkirina rola wê ya aktîf di civakê de û berxwedana li hember metirsiya êrişên ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin."

Şeza El Mihemed wiha pê de çû: "Di forumê de armanca me ya sereke ew e ku em li ser birêxistinkirina jinan, bi taybet jinên ciwan, bixebitin.”

Şeza El Mihemed herî dawî got: "Ev forum ji bo tevahî jinan girîng e, ji ber ku dê bibe destpêk û rê ji bo jinan ku di hemû aliyên rêveberî, leşkerî û jiyanî de serkeftinên xwe bi dest bixin, her wiha li dijî hemû kesên hewl didin êrişî nirx û azadiya wan bikin, şer bikin."

(hs)

ANHA