Şehîd Rojhat û Dogan bi merasimeke bi heybet hatin oxirkirin

Şêniyên Dêrikê cenazeyên her du fermandarên YPG’ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Şehîd Rojhat û Dogan bi merasimeke bi heybet hatin oxirkirin
22 îlon, 2022   11:48
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê û Girkê Legê beşdarî merasîma oxikrina du fermandarên YPG’ê Mehmet Gurbuz (Rojhat Karakoçan) û Mehmet Akyol (Dogan Amanos) ku di 16’ê Îlonê de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebatê Dêrik oxir kirin.

Li goristanê, berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd wiha axivî: "Her du şehîd li ser asta çar parçeyên Kurdistanê mînakên fedekarî û têkoşînê bûn. Ji fikr û felsefeya rêber Ocalan re fermandar û pêşeng bûn."

Mehmûd wiha domand: "Her kes dizane ku Rojava ji destpêka şoreşê de û heta roja îro fedekariyên giranbiha dan û bi destekftî û serkeftinên mezin tacîdar bû. Şoreşa Rojava qirêjî û rastiya dijmin ji aliyên kiryarên wê yên dermirovî û dûrî mirovahiyê, her wiha dûrî urf û adetên civakê û hiqûqê eşkere kirin."

Mehmûd behsa fedekariyên her du şehîdan kir û got: “Tevî ku wan dijmin û çekên wê yên pêşketî û desteka navneteweyî jê re dizanîbûn jî, lê her duyan bi vîn û baweriya xwe bi gel, pêkhateyên herêmê, armancên şoreşê û baweriya di dilên wan de hatiye çandin fedekariyên mezin pêşkêş kirin û gavek jî bi paş ve neavêtin û serkeftiyên mezin li ser erdê pêk anîn heta gihaştin asta şehadetê."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî got ew soz didin şehîdan ku li ser rêça wan bimeşin û parastina destkeftiyên wan bikin.

Her wiha endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Fatme Silêman axivî û wiha got: "Divê têkoşîn, xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî werin mezinkirin da ku li hember plan û êrişên dewleta Tirk bisekinin."

Li ser navê malbata her du şehîdan Delîl Mardînî axivî û wiha got: "Di şexsê her du şehîdan de em hemû şehîdan bi bîr tînin û ji cîhanê re diyar dikin ku hêz û îsrara me bi fedekariyên şehîdan zêde dibe. Ji lew re em soz didin gel, pêkhateyên herêmê û tevahî gelên Kurdistanê têkoşînê li dijî dijmin heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî bilind bikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Hevrêyên her du şehîdan cenazeyên wan rakirin û bi durişmên silavkirina şehîdan oxir kirin.

(fr)

ANHA