Hevseroka PJAK'ê: Gava jinan serî rakir, rewabûna sîstemê namîne

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hesabpirsîna ji sîstemê ye û got "Di nava sîstemekê de dema jinan serî rakir, hingî rewabûna wê sîstemê namîne."

Hevseroka PJAK'ê: Gava jinan serî rakir, rewabûna sîstemê namîne
22 îlon, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinan, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Zîlan Vejîn bi bîr xist ku serhildanên li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û got: "Ev çirûskek bû ji bo gelên Îranê. Bi taybetî di şexsê jineke Kurd de, di şexsê jinan de serhildanê dest pê kir. Ev yek nîşan dide ku ne jin ne jî gelên Îranê bi temamî vê sîstemê qebûl nakin."

Zîlan Vejîn bal kişande ser girîngiya têkoşîna jinan a di vê serdemê de û wiha got: "Têkoşîna jinan ne têkoşîneke herêmî ye, têkoşîneke gerdûnî ye. Ev ruhê azadiyê bi sînorekî, bi beşekê, bi bajarekî ne sînordar e, ruhekî ku di dilê her jinekê de, di mêjiyê her jinekê de ye."

Li hember qirkirina jinan û gelan ji aliyê sîstema Îranê ve û siyaseta nîjadperest û zayendperest, hevseroka PJAK'ê wiha axivî: "Gelê Kurd, gelên Îranê bi pêşengiya jinan hesab ji vê dewletê, sîstem û siyasetê dixwazin. Pêwîst e em baş zanibin ku eger di sîstemekê de jinê serî rakir, siyaset û sîstema wê xiste bin lêpirsînê, hingî tu rewabûna wê sîstemê namîne."

Zîlan Vejîn işaret bi dirûşmên ku li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi zimanên cuda têne qîrîn û destnîşan kir ku ev dirûşm ne jixweber in, encama têkoşîna 20 salan in.

Zîlan Vejîn got: "Helwesta ku ji bo azadiya jinan û demokratîkkirina Îranê hate nîşandan û bi gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ derkete pêş, xwedîderketina li fikir û felsefeya rêber Apo ye."

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn, sersaxî ji gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwest û bang kir ku hemû şehîd bi merasîmên girseyî bêne veşartin.