​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Hemîsê erebeyeke bombebarkirî bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro erebeyeke bombebarkirî ya şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundekî navçeya Til Hemîsê bê bandor kir.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Hemîsê erebeyeke bombebarkirî bê bandor kir
22 îlon, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkidarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Di şopandina şaneyên DAIŞ`ê de, hêzên me agahî li ser şaneyên DAIŞ`ê ku otomobîleke bombebarkirî li gundewarên Til Hemîsê amade dikir, bi dest xistin. Me û hêzên leşkerî oparesyoneke hevbeş li dar xist û me avêt ser yek zeviyeke gundê Qeyrewan ku erebe lê dihat amadekirin.

Hêzên me yên endezyariya teqemeniyê tavilê xezaneke ku bi madeyên teqemeniyê hatibû tijîkirin ku giraniya wê nêzî 200 kîlo bû, bê bandor kir.”