ʹLi hemberî şerê taybet divê nirxandinên rêbertî esas bên girinʹ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan diyar kir ku armanca şerê taybet ku hêzên herêmî yên serdest dimeşînin ew e ku fikrê ciwanan kontrol bikin û wan ji erkên wan ên şoreşgerî dûr bixînin. Ciwanan destnîşan kir ku li hemberî vî şerê divê nirxandinên rêber Ocalan ên der barê ciwanan de esas bê girtin.

ʹLi hemberî şerê taybet divê nirxandinên rêbertî esas bên girinʹ
22 îlon, 2022   08:01
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Şerê taybet an ku şerê sar yek ji cureyên şer e ku piskolojiya mirovan dike hedef û xizmeta berjewendiyên hêzên ku van şeran didin meşandin.

RÊBAZÊN QIRÊJ

Têkildarî mijarê, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada anî ziman ku yek ji cûreyên şer ku li ser herêmê tê meşandin û di serî de ciwanan dike hedef, ne tenê şerê çekdarî, heman demê şerê taybet e ku armanc jê civakê kontrol bike û di radeya yekemîn de ciwanan dike hedef. Rîm Dada destnîşan kir ku şer ev bi rêbazên qirêj tê meşandin ku raste rast bandorê li fikir û dirûniya civakê dike.

Li ser van rêbazan ku di serî de li ser ciwanên herêmê tên meşandin, Rîm Dada wiha got: "Ji rêbazên herî qirêj û sereke , bikaranîna teknelojiya û fêrkirina li ser çanda teqlîdî ye. Her wiha ciwanan bi miqdarên mezin ên pereyan teşwîq dikin da ku wan wekî ajan li dijî gelên herêmê bi kar bînin. Di heman demê ji rêbazên din ên vî şerê bikaranîna madeyên hişbirê ku bûye aloziyek di nava civakî de, bi taybet ciwanan."

DÛRXISTINA CIWANAN JI RASTIYA ŞOREŞÊ

Derbarê armanca vî şer de, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dada wiha domand: "Hewl didin ciwanan ji cewherê wan û erkên wan ên li hemberî şoreşê dûr bixin, da ku şoreşê têk bibin. Ciwan hêza dînamîk a şoreş û civakê ye. Ji ber vê yekê kontrolkirina fikirê ciwanan tê wateya kontrolkirina fikirê civakê bi giştî ye."

Rîm Dada îşaret pê kir ku ciwan roleke girîng di nav Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de dilîzin, ji ber vê yekê rasterast tên hedefkirin û got: "Bi êrişên xwe yên leşkerî pêşengên şoreşê û ciwanan dikin hedef, hewl didin ciwanan ji rastiya wan a şoreşgerî dûr bixînin û bi rêbazên şerê taybet fikirên wan kontrol bikin."

Di dewama axaftina xwe de Rîm Dada îşaret pê kir ku dewletên herêmî ciwanan bi kar tînin da ku wan ji herêmê bidin koçberkirin û li derveyî welat wan kontrol bikin û wiha dom da axaftina xwe:" Hewl didin ciwanan ji xaka wan koçber bikin da ku wan ji şoreşê dûr bixînin û bi rêya ferzkirina fikrên xwe yên faşîzm li ser wan wekî kole li derve bijîn."

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada di dawiya axafina xwe de diyar kir ku erka ciwanan e ku xwe di bin sîya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan de bi rêxistin bikin û tevahî ciwanan di nava civakê de bi rêxistin bikin û wan bi rastiya wan a dînamîkî di nava şoreşê de bidin nasîn.

ʹHEWL DIDIN CIWANAN JI RASTIYA WAN DÛR BIXÎNINʹ

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Qamişo Şêrhat Ehmed jî da zanîn ku bikaranîna şerê ku li ser ciwanan tê meşandin, armanc jê ew e ku ciwanan ji exlaq û çanda wan dûr bixînin û wan ber bi rêbazên ne exlaqî ve bibe.

Şêrhat Ehmed îşaret pê kir ku ciwan hêza şoreşê ne ji ber vê yekê hemû cûre şer di radeya yekemîn de li ser wan tê meşandin. Ehmed bal kişand ser siyasetên koçberkirina ciwanan ji herêmên wan û got, şehadeta li ser xakê ji mirina li ber deriyên dijminan bi rûmettir e.

Ehmed bi domdarî got: "Ez dibînin ku derketina ji herêmê tiştek ne rast e. Em hemû dibînin ku rojane ciwan di deryayan de dixeniqin û li daristanan ji birçîna dimirin. Ji ber vê yekê divê em hemû xwe li ser fikirê durist bi rêxistin bikin."

ʹDIVÊ NIRXANDINÊN RÊBERTÎ ESAS BÊN GIRTINʹ

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Hesekê Hisên Hisên îşaret bi vê yekê kir ku ji bo bersivandina van şeran divê nirxandinên rêber Ocalan ên têkildarî rastiya ciwanan û erkên wan di civakê de werin xwendin û got: "Divê hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember hemû cûreyên êrişên leşkerî û fikirî bisekinin û fikirê rêbertî esas bigirin."

ANHA