​​​​​​​Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin

Xwepêşandan û çalakiyên dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tevî êrişên hêzên Îranê berdewam dikin.

​​​​​​​Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin
22 îlon, 2022   09:28
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevî hêzek mezin û êrişa hêzên rejîma Îranê jî li bajarên mezin û biçûk yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî di roja pêncan de berdewam in. Li dijî îrade û hêza gel polîsên rejîma Îranê bi tundî êriş dikin li ser xwepêşanderan.

Heta direngiya şeva borî li bajar û bajarokên parêzgeha Sine, Urmiye, Kirmanşan û Îlam yên Rojhilatê Kurdistanê welatî ku piraniya wan jin û ciwan bûn li kolanan bûn. Di encama êriş û gulebaranên polîsên rejîmê de gelek kes birîndarbûn û hatin qetilkirin.

Li gorî ajansên nûçeyan yên Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên pênc rojan yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 11 kesên bi navê Muhsîn Mihemedî, Ferîdun Mihemedî, Reza Lutfî, Ferşad Derwêşî, Zekerya Xiyal, Fewad Aldî, Mîno Mecîdî, Daniş Rehnema, Sedredîn Lîtan, Emîn Meruf û Mîlan Heqîqî di encama gulebara hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin ku bi sedan kes birîndar bûne, lê heta niha di derbarê jimara birîndaran de rêjeyek fermî nehatiye dayîn.

Heman demê de li paytext Tehran û zêdetirî 80 bajar û bajarokên Îranê jî xwepêşandan û çalakî bê navber berdewamin. Xwepêşander bi diruşmeyên ‘Mirin ji bo diktator’ û ‘Mirin ji bo Xameynî’ dengê xwe bilind dikin. Ji bo rê li hatûn çuna hêzên rejîmê bigirin cadeyan dagirtine û bi komî bi ser hêzên rejîmê de diçin. Xwepêşanderan êrişî çend xaniyên saziyên hikûmetê kirine û gelek baregeh, wesayît û motorên polîsên rejîmê şewitandine.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di berdewamiya xwepêşandanan de gihiştina înternet û torên civakî yên weke înstagram û whatsappê hatin sînordarkirin. Ev yek di nava çavdêriyan de gumanan zêdekir ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xwînrijandinek mezin a xwepêşanderan re rû bi rû ye.

Serokkomarê Îranê Reîsî di komcivîna li Neteweyên Yekbûyî de li ser xwepêşandan û çalakiyên ji bo qetilkirina Jîna Emînî bê ku navê wê bêje axivî û got: “Dosyaya buyerê li ber lêkolînê ye.”

Rêberê Olî yê Komara Îslamî yê Îranê Elî Xamneyî di daxuyaniya xwe ya destpêkê de bi ti awayî qala qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî nekir, tenê piştgiriya xwe ji hêzên ewlekariyê re nîşanda.