​​​​​​​Dayîkên Aştiyê û Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Dayîkên Aştiyê û Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî sûca qetilkirina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî bi destê desthilata Îran li Tehranê şermezar kir û destnîşan kir ku tu bawerî yan jî ol vê sûcê qebûl nake.

​​​​​​​Dayîkên Aştiyê û Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî kuştina Jîna Emînî şermezar kir
21 îlon, 2022   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayîkên aştiyê li Tebqa û Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî ya Minbicê bi du daxuyaniyên cuda sûca qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (Mehsa) şermezar kir.

TEBQA

Dayîkên aştiyê di dauxyaniya xwe de ku ji aliyê endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El Mihemed ve hatiye xwendin got: “Jin nifşan mezin dike û ji bo parastina welêt wan dike qurban. Çawa tê kuştin û îşkence lê tê kirin. Divê sûcên li dijî jinan bên rawestandin.”

MINBIC

Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî ya Minbicê, sûcên li dijî jinan şermezar kir.

Endama saziyê Fatme El Elî daxuyanî li pêşiya dibistana Şerîa ya Minbicê xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan û tundiya li dijî wê tê kirin, hatin şermezarkirin. Her wiha bang hat kirin ku ev sûc werin rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tu bawerî yan jî ol, kuştina Jîna Emînî qebûl nake.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan li cîhanê hat kirin ku li hember van sûcan piştgiriya hev bikin, çareseriyan jê re bibînin, da ku jin mafê xwe ya xwezayî û rewa pêk bîne.

ANHA