Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê: Divê NY`yê destwerdanê bike û êrişan rawestîne

Rêxistinên Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û tê de bang li NY`yê kir ku destwerdanê bike û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li gorî hevpeymana xwe ya misogerkirina ewlehî û aştiya navneteweyî, rawestîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê: Divê NY`yê destwerdanê bike û êrişan rawestîne
21 îlon, 2022   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya rêxistinê li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ji aliyê endama rêxistinê Evîn Cuma ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dema komeleya giştî ya NY`yê roja 21`ê Îlonê wek roja Aştiyê ya navneteweyî diyar kir, di heman demê de piştrast kir ku tu aştiyeke cîhanî tune ye. Nexasim ku li şûna rawestandina tundiyê û pêkanîna aştiyê, tenê banga pêkanîna agirbestê ya 24 saetan kir.” 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcên herî hovane li Sûriyê pêk tîne û qanûna giştî û mirovî ya NY`yê binpê dike.

Di dauxyaniyê de hat diyarkirin ku sekreterê giştî ya NY`yê îsal balkişand ser mijara nijadperestiyê ku li ser aştî û ewlehiya navneteweyî xetere ye û ji bîr ku dewleta Tirk dema êrişî herêmê kir û ew dagir kir, şêniyên wê yên resen kuştin, koçber kirin û li şûna wan kesên li gorî fikr, irq, ol û xewnên wê yên tirkkirina herêmê bi cih kirin. Her wiha xîtabê nefretê û tundiya birêxistinkirî li hember kesên li dijî vê xewnê disekinin zêde kir.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê pêk tîne, wek sûcên navneteweyî hat binavkirin û divê sûcdarên wê, şirîkên pêkanîna wan sûcan û teşwîqkerên wê jî werin darizandin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li NY`yê hat kirin ku destwerdanê bike êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li gorî hevpeymana wê ya misogerkirina ewlehî û aştiya navneteweyî rawestîne.

(dm)

ANHA