​​​​​​​Xwepêşdanên ji bo Jîna Emînî didomin: 7 kes hatin qetilkirin

Li Tehranê xwepêşandanên ji bo şermezarkirina kuştina jina Kurd Jîna Emînî tên lidarxistin, belav dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka xwepêşdanan ve û heta niha 7 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin.

​​​​​​​Xwepêşdanên ji bo Jîna Emînî didomin: 7 kes hatin qetilkirin
21 îlon, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi rojane çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Li Tehranê, çalakiyên ku piştî kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê 'Polîsên Exlaqê' ve hatin destpêkirin, dewam dikin. Di çalakiyan de daxwaza demokrasî û azadiyê tê kirin.

Di nava çar rojan de li Rojhilatê Kurdistanê 7 xwepêşandêr hatin qetilkirin. Li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî nêzî 250 kes birîndar bûn, zêdeyî 500 kes jî hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sineyê kesek, li Dehgulanê 1, li Dîwandereyê 2 kes, li Mahabadê kesek, li Ûrmiyeyê kesek û li Pîranşarê kesekî jiyana xwe ji dest dan.