Şaneyên DAIŞ’ê êrişî hêzên ewlekariyê li kampa Holê kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê plan kirin ku êrişî hêzên ewlekariyê yên berpirsên parastina kampa Holê bikin, lê plana wan bi bin ket û di navbera hêzên me û wan şaneyan de şer dekret. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û hin jî hatin girtin.

Şaneyên DAIŞ’ê êrişî hêzên ewlekariyê li kampa Holê kir
21 îlon, 2022   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeva din li ser êrişî daxuyanek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Agahî ket destê me ku şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî plansazî çêkirine ji bo ku êrişî kampa Holê û hêzên me yên parastina kampê dikin, bikin

Li gorî agahiyên ku hêzên me bi dest xistine, ketin tevgerê û êrişa ku çeteyan plan dikirin, têk birin. Di encama pevçûna ku çêbûye de hinek çete hatin kuştin û hinek hatin girtin û li cihê bûyerê jî lêgerîn berdewam e, ku bi encam bû em ê agahiyan bidin."

Ev yek, piştî bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê di 25’ê Tebaxê de dest pê kiribû û bidawîbûna wê di 17’ê Îlonê de ragihandibû, pêk hat.

(fr)