Kargeha ziwakirina garis li Reqayê rojane hezar ton garis ziwa dike

Hindek maye ku Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê xebatên firehkirina kargeha ziwakirina garis ku tê payîn beriya destpêkirina çinîna mewsima garis amade be, bi kapasîteya ziwakirinê ya rojane heta hezar û 700 tonî bi dawî bike.

Kargeha ziwakirina garis li Reqayê rojane hezar ton garis ziwa dike
21 îlon, 2022   06:31
REQA- EHMED ESAF

Garis li Reqayê bûye yek ji berhemên stratejîk li herêmê ji ber ku li vê herêmê ax û avhewaya guncew a çandina vê hilberînê peyda dibe. Rêjeya zeviyên avî yên garis li Reqayê digihêje ji sedî 80.

Ji ber zêdebûna zeviyên garis li bajêr û gundewar, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê kargeha ziwakirina garis bi lêçûna 450 hezar dolar firehtir kir da ku mewsima îsal a garis pêşwazî bike.

Tevî ku ava çemê Firat kêm bûye ku dewleta Tirk ji ser axên Sûriye qut kiriye, sala borî hilberîna her donimeke garis gihaşt tonekî.

Têkildarî mijarê, rêveberê kargeha ziwakirina garis li Reqayê Hisên Dêrik ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo ku çandina garis li Reqayê teşwîq bikin, li ser berferhkirina kargeha garis li Reqayê xebitîn û 5 şaneyên din ava kirin da ku kapasîteya wê rojane bighêje hezar tonî.

Hisên Dêrik diyar kir ku projeya berferhkirina kargehê ji beriya 3 mehan ve dest pê kir û xebata wê dê berî mewsima garis a ku tê payîn di15'ê Cotmehê de dest pê bike, bi dawî bibin.

Hisên Dêrik destnîşan kir amûrên ziwakirinê ku ava kirine, îtalî ne û xwedî taybetmendiyên nûjen in û 24 seatan dixebitin, her wiha garisê ku şiliya wê ji sedî 35 heta 40 e ziwa dike û şiliyê dadixe heta ji sedî 14.

Dêrik bal kişand ser xebatên sala bor û got: “Sala borî gelekî qerebalix bû. Ji ber zêdebûna hilberînê û nebaşiya xebatên ziwakirinê ku kapasîteya wê nêzî 700 ton bû, em rastî gelek pirsgirêkan hatin.”

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di 2019'an de li ser sererastkirina kargeha ziwakirina garis li Reqayê ku rojane 700 ton garis ziwa dike, xebitî û piştî firehkirina kargehê dê kapasîteya kargehê bibe rojane hezar û 700 ton.

(dm) 

ANHA