Di 6 mehan de li herêmên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk 132 bûyerên xwekuştinê çêbûne

Ligel siyaset û binpêkirinên sîstematîk ên li dijî welatiyan, di salên dawîn de li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de û yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûyerên xwekuştinê bi awayekî metirsîdar zêde bûne. Amarên herî dawî yên li her du herêman nîşan didin ku tenê di 6 mehan de, 132 bûyerên xwekuştinê pêk hatine. Gelo welatiyên li wan deveran çi azaran dikişînin? Sedemên ku dihêlin xwe bikujin çi ne?

Di 6 mehan de li herêmên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk 132 bûyerên xwekuştinê çêbûne
21 îlon, 2022   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDΠ ÎSMAÎL

Di salên dawîn de li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûyerên xwekuştinê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Li gorî daneyên dawîn, 132 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin. Ev nîşaneyeke xeternak e ya hilweşîna derûnî ya welatiyan a ji ber rewşa jiyanî û ewlehiyê ya xirab li wan deveran.

Li gorî raporên çapemeniyê ku agahiyên xwe spartin mudirê giştî yê Desteya Giştî ya Tiba Edlî yê hikumeta Şamê Dr. Zahir Heco, 101 bûyerên xwekuştinê hatine belgekirin; Ji wan 77 mêr û 24 jin in, ku 28 ji wan bûyeran li Helebê pêk hatine.

Li herêmên di jêr kontrola dewleta Tirk a dagirker de ku tê de alozî, tevliheviya ewlehiyê û xizanî heye b, ji destpêka îsal de 31 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin;  jê 11 zarok, 11 jin û 9 mêr in.

Çavdêrên derûnnasî dibêjin ku ev rêje “xeternak e”, nemaze ku ew tenê bîlançoya 6 mehan e ku li gorî sala borî bi giştî hejmara xwekuştinan 166 bû. Hêjayî gotinê ye hejmarên nehatine eşkerekirin ji yên hatine ragihandin zêdetir in.

SEDEMÊN XWEKUŞTİNÊ Çİ NE?

Bi berdewamkirina kirîza Sûriyê re gelek nexweşiyên derûnî di nav sûriyan de belav bûn, wek  xemgînî, depresyon, guhertina gêwl (zewq) û hewesê, her wiha rewşên bengîtiya madeyên hişbir û narkotîkan, sedemên sereke yên xwekuştinê ne. Li gorî gelek psîkologan, ev nexweşî ji ber panîk, xemgînî, jidestdana hestê ewlehiyê û ji ber jihevketina malbatî ya di encama nebûna piştgirîya civakî de derdikeve holê, ne. Her wiha ji ber zehmetiyên debara jiyanê û dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê ye.

Çalakvanê siyasî yê ji Sûriyê Diya Iskender jî di hevpeyvîneke ligel ajansa me de diyar kir ku  sedemên zêdebûna bûyerên xwekuştinê li deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û hikumeta Şamê de gelek in û wiha axivî: “Sedemên sereke, xemgîniya tûj, tecrûbyên biêş, zordarî û zilm, madeyên hişbir û alkolê, tecrîda civakî û tenêtî, bêhêvîbûna ji rehetbûna ji nexweşiyeke giran in, herw iha dibe ku karekî ji derveyî rê kiribin û ji bo neyên teşhîrkirin berê xwe didin xwekuştinê.”

Iskender wiha domand: "Faktorên aborî û jiyanî û dabînnekirina pêdiviyên sereke yên jiyana rojane ji ber kêmbûna derfetên kar, roleke sereke di pêşvebirina ramana xwekujiyê de dilîzin. Her wiha faktorên civakî ku encamên bi xwe re tîne wekî zext, şikestin û dilgiraniyên di asta kesane de, mîna koçberî û barkirina ji cih û war, bêîstiqrarbûn û nebûna lênerîna malbatê ji ber jihevketina malbatî û pirsgirêkên nav malê sedemên din in."

JI SEDÎ 70 DERMANÊN Lİ SÛRİYÊ TÊN FİROTİN, DERMANÊN DERÛNÎ NE!

Piraniya sûriyan serî li dermanên aramkirinê didin da ku ji xirabûna rewşa aborî û zextên ewlehiyê yên ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li deverên jêr kontrola wan hatine ferzkirin, xilas bibin. Çavkaniyekî ji "Sendîkaya Dermansazên Sûriyê" ya li Şamê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji malpera “Monitor” re eşkere kir ku sala borî ji sedî 70 ji dermanên ku dermanxaneyan li Sûriyê difrotin, dermanên derûnî derûnî bûn!

Li gorî dermansaz û derûnnasên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, dermanên ku tê de maddeyên hişbir hene, di bazara Sûriyê de pir zêde tên xwestin. Di van demên dawîn de hejmara kesên ku bi van dermanan ve hatin girêdan zêde bûye. Di nav xwendekarên zanîngehan de jî belav bûye, piraniya wan beriya derbasî ezmûnên xwe bibin hebên "Baltan" bi kar tînin, wisa bawer dikin ku ew ê enerjiyê bide wan."

Wefa Kîşî ku seroka Sendîkaya Dermansazên Sûriyê ya girêdayî hikumeta Şamê ye îtiraf kir ku dermanên aramdar di nav sûriyan de zêde tên xwestin.

Wefa Kîşî di daxuyaniyekê ku 23'ê Tebaxa derbasbûyî li ser dezgehên ragihandinê yên nêzîkî hikumeta Şamê hatibû belavkirin de, wiha gotibû: "Welatiyên Sûriyê bi giranî ji ber qeyran û şerên giran ku Sûriyê wêran dikin û dibin sedema nexweşiyên derûnî, berê xwe didin dermanên aramdar."

Têkildarî mijarê, Iskender ev tişt anîn ziman: "Dermankirina derûnî ji ber koçkirina bijîşkan û kêmbûna dermanên bibandor û bihabûna wan, kêm bûye. Ev jî dihêle ku nexweşê derûnî bêyî alîkarî û dermankirinê tûşî êşa herî giran bibe."

Ligel berdewamkirina aloziya aborî û daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar, tedawiya derûnî ya li klînîkan pir biha bûye. Serdana yekane ya klînîkê bi qasî 50 hezar lîreyî ye ku nîvê mûçeyê mehane yê karmendan e. Li gorî ku Iskender dibêje, li Sûriyê tenê 70 bijîşkên pispor ên nexweşiyên derûnî hene, ew jî klînîk û nexweşxaneyan kar dikin.

Iskender wiha pê de çû: "Tevî ku têkiliya di navbera xwekuştin û nexweşiyên derûnî de hatiye îspatkirin jî (taybet depresyon û nexweşiyên ku ji ber bikaranîna alkol û madeyên hişbir çêdibin), lê piraniya kesên bi van nexweşiyan ketine red dikin ku seredana bijîşkên derûnî bikin. Ji ber ku civak nexweşên derûnî mîna (dîn) an jî (psîkopat) dibîne û hin wesfên din ên ku dihêle nexweş ji standina şêwira psîkolojîk dudil bibe."

Iskender destnîşan kir ku yek ji gavên pêwîst ji bo kêmkirina diyardeya xwekuştinê, belavkirina çanda derûnnasiyê ye û kirina wê a şêwazek jiyanê, her wekî çûna cem doktorê asayî. Her wiha bidawîkirina meseleya deqa reş û fediyê ku dema behsa hewcedariya şêwirmendiya derûnî tê kirin, di nav civakê de belav dibe."

BINPÊKIRINÊN ÇETEYAN ÊN LI DIJÎ WELATIYAN

Bi berdewamkirina binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan, binpêkirina mafên wan, desteserkirina mal û milkên wan û koçberkirina bi darê zorê, li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de şert û mercên ewlehî û jiyanî xirab in. Ev hemû jî dikarin bandorek mezin li ser tenduristiya derûnî ya welatiyan bikin û wan ber bi xwekuştinê ve bibin.

Piraniya bûyerên xwekuştinê ku li herêmên Idlibê û gundewarên bakurê Helebê yên di bin kontrola dagirkeriya Tirk de hatine tomarkirin, yên jin û ciwanan e. Ev jî zext û pirsgirêkên civakî yên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li ser wan tên ferzkkirin, diyar dike.

Iskender rewşa li wan herêman wiha şîrove kir: "Rewşa dijwar a jiyanê, koçberî, jihevketina malbatê, zextên mezin ên li ser sivîlan û bi taybet li ser jin û zarokan, berdewamiya tengasiya darayî û rewşa domdar ya dilgiraniyê li ser qutkirina çavkaniyên dahatê, ev hemû bûn sedemê zêdebûna rêjeya xwekuştinê li wan deverên ku tijî koçber in ku ligel kêmbûna alîkariyên mirovî zehmetiya debara jiyanê dikişînin."

Iskender bal kişand ser tacîz û binpêkirinên mezin ên rêxistinên “terorîst” û çeteyên artêşa Tirk a dagirker û got: “Her wiha revandin û binçavkirina keyfî ya welatiyên ku di bin kontrola wê de dijîn, çi ji bo wergirtina fîdyeyê ji malbatên kesên revandî, çi jî ji bo ku wan bixin bin baweriyên xwe yên tundrew ên ku dûrî pêwîstiyên demê ne û wan bi darê zorê bibin pey reftarên ku bi şaristaniya mirovahiyê re ne têkildar in. Her wiha rewşa tevliheviyê û nearamiyê, qeyranên aborî û jiyanî û belavbûna madeyên hişbir, ev hemû dibin sedem ku rêjeya xwekuştinê li wan herêman zêde bibe."

XWEKUŞTIN LI DEVERÊN SERWERIYA HIKUMETA ŞAMÊ

Heta dawiya 2010'an, li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, Sûriye di rêza welatên ku herî kêm bûyerên xwekuştinê lê pêk dihatin de bû. Li gorî Malpera Serjimariyê (World Population Review) ku di hejmartina daneyên demografîk de pispor e, di mijara xwekuştinê, di nava 176 welatan, Sûriye di rêza 172'yan de bû. Diyardeya xwekuştinê ji bo sûriyan bi giştî xerîb bû, ji bilî hin rewşên kêm.

Iskender zêdebûna diyardeya xwekuştinê di salên dawîn de wiha rave kir: "Dirêjkirina krîza siyasî bê çare û girêdana desthilatdariyê di nêzîkatiya xwe ya aborî de bi polîtîkayên lîberal ên hov di birêvebirina kar û barên welat de, bû sedema xizankirina welat û welatiyan. Ev hejarî jî hemwextî derxistina çend biryarên aborî ji bo rakirina piştgiriyê li ser gelek madeyên bingehîn wek sotemenî, zibilên çandiniyê û yên din pêk hat. Ev jî bû sedema bihabûnê ku hemû qadên jiyanê girt nav xwe. Êdî pê re jî peydakirina xwarinê ji bo xwediyên malbatan, bû xemek sereke. Ne tenê wisa, yasayên ku rê nadin welatiyan êşên xwe jî vebêjin yên bi navê (Qanûna Sûcên Informasyonê) hatin derxistin."

ÇAWA DİKARE RÊ Lİ DIYARDEYA BELAVBÛNA XWEKUŞTINÊ BÊ GİRTİN?

Bêguman dermankirina her diyardeyeke nexweşiyê di naskirina sedemên wê de, destnîşankirina awayên dermankirina wê û piştre hewldana jiholêrakirina wê ye. Di vê der barê de Iskender dibêje: "Yekem pêngava dermankirinê ya ku dikare di sînordarkirina belavbûna diyardeya xwekujiyê de bibe alîkar, çareserkirina krîza ku zêdetirî deh sal in didom ye. Bi texmîna min, hemû krîz bi navên xwe yên curbecur ku li Sûriyê di her astê de rû didin, hemû vedigerin derengketina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê."

Iskender amaje bi girîngiya çareserkirina sedemên diyardeya xwekuştinê kir û ev tişt gotin: "Divê derfetên kar werin dabînkirin, navendên jinûve amadekirinê di aliyê derûnî de werin vekirin û kampanyayên medyayî ji bo ronîkirina metirsiyên xwekuştinê û çawaniya kêmkirina wê werin destpêkirin. Her wiha navendên taybet ji bo dermankirina kesên madeyên hişbir distînin, werin vekirin. Giring e hişyariya pêwîst ji bo kes û komên civakê bi rêyên curbicur ên medyayî û perwerdeyî, were kirin da ku metirsî û nebaşiya sûcê xwekuştinê û encamên wê yên xerab, çi li ser kes û çi li ser civakê, nîşan bide. Divê depresyon bê dermankirin, jiyanek minasib ji mirovan re bê peydakirin û tedbîrên din ên ku dê diyardeya xwekuştinê kêm bikin, werin girtin."

Çalakvanê siyasî yê ji Sûriyê Diyaa Iskender wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin, ew hemû niha ne li berdest in û dê di bin avahiya siyasî û aborî ya desthilatdar de peyda nebin. Ji bo gihandina Sûriyeke demokratîk, adil, bi hêz û pêşketî ku bikaribe hemû diyardeyên nexweş ên nebaş çareser bike û di nav de diyardeya xwekuştinê, ji bo hemû pêkhate û avahiya dewletê guhertineke bingehîn a berfireh û kûr divê."

(hs)

ANHA