​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê lihevhatinên Şam û Enqereyê yên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin

Siyasetmedar û endamên meclisên gel ên Dêrazorê diyar kir ku armanca lihevhatina Şam û Enqereyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Her wiha bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê lihevhatinên Şam û Enqereyê yên li ser hesabê gelê Sûriyê red dikin
21 îlon, 2022   04:38
DÊRAZOR –ELÎ EREB

Têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca pêşîn a dewleta Tirk a dagirker e, ji ber ku Rêveberiya Xweser wek xetereyekê li ser projeya xwe ya mêtingeriyê ya li herêmê dibîne.

Rejîma Tirk ji bo ku vê armancê pêk bîne, hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegernîe.

Li ser mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemerî got: "Destpêkê dewleta Tirk a dagirker piştevanê yekemîn ê opozîsyonê bû û ragihandina wê li dijî Esed bû piştre di şev û rojekê de hewl dide xwe nêzî hikumeta Şamê bike. Di salên berê de me siyasta Tiriyê nas kiriye. Me dît ji nişka ve dijbertiya Mesir dikir, piştre xwest têkiliyan pê re deyne."

El Şemerî diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê re û di demekê de Erdogan û partiya wî hîs kirin ku piştevaniya gel a ji bo wan kêm dibe û pirsgirêka penaberên Sûriyê ji bo wan bûye barek, bi zextên li ser penaberên Sûriyê û bicihkirina wan li herêmên din, li rêyên xilasiyê digire, her wiha caran caran hewl dide xwe nêzî hikumeta Şamê bike da ku namayekê bide hundir Tirkiyê û bide xuyakirin ku rewş baş e.

/kr/uploads/files/2022/09/20/190312_-_1.webp

Endamê rêveber ê nivîsgeha rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Elaa El Seîd jî anî ziman ku nêzîkbûna Tirkiyê bi hikumeta Şamê re komployeke din li dijî gelê Sûriyê û penaberên li kampên li Tirkiyê ne.

El Seîd diyar kir ku Tirkiyê hewl dide hikumeta Şamê bikişîne aliyê xwe da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike û got: "Ev rêbaz wê vala biçe, ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî planên têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê yek e."

Elaa Seîd piştgiriya xwe bi QSDʹê re anî ziman û ev tişt anî ziman: "Em hemû bi hêzên xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk re ne. Em dibêjin bêyî garantiya navneteweyî na ji vegera penaberên Sûriyê re. Divê çareseriya siyasî ku xizmeta hemû aliyên sûrî bike."

/kr/uploads/files/2022/09/20/190245_-.webp

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Ebdulezîz El Ocan jî got: "Êrişên li ser xaka me, topbarana li ser mal û saziyên sivîl û welatiyên sivîl, bi taybet zarok, mezin û jinan berdewam e. Ev yek di tevahî qanûnên navneteweyî tên redkirin û li dijî exlaqê ne."

El Ocan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li ser hesabê xaka Sûriyê Împaratoriya Osmanî vegerîne. El Ocan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komployên li ser gelê Sûriyê, bi taybet li ser bakur û rojhilatê wê şermezar kir û got: "Li hemberî hemû komên terorîst em ê bi QSDʹê re bisekinin û herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin."

/kr/uploads/files/2022/09/20/190333_-.webp

Hevserokê Meclisa Şehîd Cemal Ebdulezîz a Hecînê, Mehmûd El Mizgar da zanîn ku hikumeta Şamê û Rûsya ya garantor berpirsên binpêkirin û êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê ne.

El Mizgar bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û piştgiriyê bidin gelê Sûriyê.

El Mizgar di dawiyê de got: "Şervanên QSDʹê yên bi xwîna xwe xaka me ji terora çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin, zarokên me ne, em bi wan re û piştgiriyê didin têkoşîna wan a li hemberî dagirkeriya Tirk û hemû hêzên ku hewl didin ewlehî û îstiqrara herêmên me têk bibin."

ANHA