Civînên li derve û lihevkirina bi Erdogan re krîza Sûriyê kûrtir dikin

Hîna kêş û vekêş di navbera aliyên navneteweyî de li ser Sûriyê berdewam in. Di heman demê de hevdîtin di navbera van aliyan de li derveyî Sûriyê pêk tên û hewldanên nêzîkbûna delweta Tirk bi hikumeta Şamê re derdikevin hole. Li gel wê jî sedemên krîzê û rêyên çareserkirinê têne paşguhkirin.

Civînên li derve û lihevkirina bi Erdogan re krîza Sûriyê kûrtir dikin
21 îlon, 2022   01:51
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Hewlên navneteweyî tu encamên ji bo bidawîkirina azarên sûriyan ku ji Adara 2011’an dikişînin, bi xwe re neanîn. Hevdîtin navneteweyî, civîn û dan û standin hîna bi girêk in û dûrî çareserkirinê û nêrînên gelê Sûriyê ne û pirsgirêka Sûriyê neyê guhartin.

Destwerdana derve li kar û barên Sûriyê krîza Sûriyê kûrtir kir. Tevgera li Sûriyê çêbûye derî li pêş hêzên herêmî û cîhanî vekirin ku destwerdanê li Sûriyê bikin û berjewendiyên xwe li ser hesabê xaka Sûriyê pêk bînin.

Ji ber wê çi civîn ger civîna NY’yê be yan jî li dewleteke yekalî yan jî li dewleteke destwerdna li Sûriyê kiriye be bi encamnameyekê bi dawî dibe û tu çareserî tune ne. Ji ber ew çareserî li dijî berjewendiyên wan in.

Rêzecivînên Astanayê ku di 2017’an de di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Îranê de li dar diketin, krîza Sûriyê kûrtir kirin. Hevkariya Rûsya-Îranê bi dewleta Tirk re kilîta dawî ya destwerdana li xaka Sûriyê bi artêşa xwe bû, dagirkirina rûberên mezin, koçberkirina şêniyên resen û guhartina demografiya bi dehan bajarên Sûriyê tirkkirina wê bû.

Her kes dizane ku bandorên siyasetên dewleta Tirk li hember Sûriyê wê bi salan bidome. Ji ber ji gavên dewleta Tirk li Sûriyê diyar dibin ku niyeta wê ya derketinê tune ye. li hember wê nîşaneyên planên parçekirina Sûriyê hene, ew jî piştî wêneyên Erdogan û ala tirkî li gelek bajaran hatin hildan, pereyê Sûriyê bi ya tirkî hate guhartin û serdana wezîr û waliyên dewleta Tirk ji herêmê re bi awayekî dorveger wê yekê nîşan didin.

Bê guman pêdiviya gelê Sûriyê bi destwerdana dewleta Tirk tune ye heta ku bigihîne çareyekê ji bo bidawîkirina krîza li welat. Di heman demê de pêdiviya wê bi destwerdana derve jî tune ye ku li gorî xwe hewl didin çareyekê bibînin.

Çi hewldanên çareseriyê, bi berjewendiyên DYA’yê, Rûsya, Îran, dewleta Tirk, hin dewletên Ereb û Ewropa re rû bi rû dimînin. Ji ber ku ew çareyekê li dijî berjewendiyên xwe naxwazin.

Li kêleka wan hikumeta Şamê jî heye û pişta xwe daye Îran û Rûsya. Bi tu guhartinekê li hember zihniyeta wê ya înkarê disekine razî nabe.

NÊZÎKBÛNA ŞAM Û ENQEREYÊ KRÎZÊ GIRANTIR DIKE

Piştî salên dirêj ji boykotkirinê, ji nû ve têkiliya dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re bi rêya saziyên îstîxbaratê vegerî. Lê hin agahiyên tevlihev li ser dîroka destpêkirina wan hevdîtinan hene. Lê ji 2020’an ve ew yek eşkere bû. Lê hin ji wê yekê bi dûtir diçin, bi taybet beriya dewleta Tirk êrişên dagirkirinê li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê pêk bînin.

Ev hevdîtin di navbera serokên saziyên îstîxbaratê yên hikumetên Şamê û Tirkiyê Elî Memlok û Haka Fîdan de çêdibin. Diyar e di vê dawiyê dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya wê, têkiliya bi hikumeta Şamê re pêk bîne ku gelek caran ew bi "windakirina şeriyetê" wesif kir.

Hevdîtina dawî ya di navbera Memlok û Fîdan de, li gorî dezgehên çapemeniyê li paytexa Şamê di dawiya Tebaxa borî de çêbû.

Piştî Enqereyê ragihand ku ew amade ye diyalogê bi Şamê re bêyî tu şertan bike, Erdogan di civîna AKP’ê ya 12’yê Îlonê de got ew dixwaze bi serokê Sûriyê re di civîna Semirqendê de, ger amade bû, bicive.

Bi nêrîna li guhartinên di siyaseta dewleta Tirk de li hember hikumeta Şamê bi navbeynkdarî û teşwîqkirina rûsî analîzvan diyar dikin ku ew yek ji ber nêzbûna dema hilbijartinên li Tirkiyê û helwdanên Erdogan ên qezenckirina dengan pêk tê.

Aliyê Kurd jî destnîşan dikin ku Erdogan hewl dide hemû keda xwe ji bo şerê li dijî kurdan û projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin, pêk bîne.

Bi nêrîna li encamên ku dê ji ber nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê re di vê demê de derkevin, tê teqezkirin ku ew yek ji ber gelek sedeman nakeve xizmetî Sûriyê û sûriyan;

Rejîma Tirkiyê hewl dide sûdê ji vê gavê di bikaranîna hundirîn de wergire. Ew merheleyeke taktîkî ye, ne stratejîk e. Bi wê re tê texmînkirin ku dibe nêrîna dewleta Tirk, ger Erdogan di hilbijartinên bê de bi ser ket, were guhartin. Pêdiviya serokê faşîst di vê demê de bi başkirina têkiliyên xwe bi cîran re heye ku hundir qezenc bike û aboriya xwe bi pêş bixe.

Wezîrê Karên Derve ya dewleta Tirk a dagirker Mevlûd Çavûşoglu daxuyaniyên 16’ê Îlonê yên vekişîna ji xaka Sûriyê weke şerta vegera têkiliyan bi Şamê re red kirin û wiha gotibû: "Ger em ji van herêman vekişîn rejîm nikare kontrol bike û dê bikevin bin kontrola rêxistinên terorîst. Ev yek li ser me xeter e û li ser rejîmê jî xeter e. Anku li ser Sûriyê bi giştî xeter e."

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta terorê xaka Sûriyê dagir dike. Ji redkirina dewleta Tirk a vekişîna ji xakên dagirkirî bi heman hincetan diyar dibe ku dewleta Tirk di mayîna li Sûriyê de bi israr e. Bi wê re nêzîkbûna bi Şamê re dê dagirkiriya Tirk ji xaka Sûriyê re rewa bike.

Di dawiyê de, çareya herî guncaw ji Sûriyê re û bi nêrîna gelekan, vekişîna dewleta Tirk ji Sûriyê û qebûlkirina hikumeta Şam ji xwestekên sûriyan re yên bi nûnertiya pêkanîna Sûriyeke nenavendî û piralî ku tê de wekhevî û edalet hebe. Nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê tenê krîz kûrtir dike.

ÇARE DI HUNDIR DE YE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku pêdivî bi diyaloga sûriyan heye ku bigihînin çareyekê ku hemû razî bibin. Bingeha van diyalogan divê rêgeza nîştimanî be, bêyî ku berê xwe bidin derve yan jî dewletên berjewendiyên wan di Sûriyê de hene.

Lê girêdana her aliyekî li Sûriyê bi desteka derve û pêkanîna xwestek û biryarên wan, çareyê ji destê sûriyan bi dûr dixe û krîzê dirêjtir dike.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di vê demê dawî de rêyekê ji bo avakirinê û komkirina hemû hêzên Sûriyê yên nîştimanî yên muxalif li ser maseya diyalogê, hewldana yekkirina nêrîn û lihevkirina li ser xebatên hevbeş ên bi dawîkirina krîza Sûriyê pêk tîne.

MSD’ê di Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Sûriyê de beşdar e. Komîte gelek komxebatên şêwirê yên li derve û hundirê Sûriyê ji bo nîşqaşkirina li ser destûr, sîstema birêvebirinê û xwestekên sûriyan li dar dixe.

Komîteyê komxebatên şêwirê li Reqa, Heleb û Qamişloyê, her wiha li Komxebata Şêwirê ya Stockholmê ya yekemîn û duyemîn li dar xist ku Kongreya Giştî ya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Sûriyê li dar bixe.

Ev ne gava dawî ye, Rêveberiya Xweser û MSD’ê hewl didin nêzîkbûnê di nava sûriyan de çêkin û welat ji vê krîzê derxin. Li gel van her du aliyan de baweriyeke gişt heye ku çare di hundir de ye û dê sûrî bi xwe di nava hev de biryarê bidin, çi ji bilî wê hebe nabe çareserî û krîzê bi dawî nake.

(fr)

ANHA