​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin

PYD’ê bi boneya salvegera 19’an a damezirandina xwe, li Heleb û Şamê şahî li dar xistin.

​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin
​​​​​​​Li Şam û Helebê şahiyên pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê hatin lidarxistin
20 îlon, 2022   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 19’an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye, bi vê boneyê li paytexta Sûriyê Şam û Helebê şahî hatin lidarxistin.

Li Şamê, şahî li taxa Zorava bi dirûşma “Birartiya gelan û wekheviya civakî”, bi beşdariya bi dehan kurdistanî û endamên komînên taxê û endamên Kongra Star li dar ket.

Di destpêka şahiyê de, hevserokê Meclisa PYD’ê li Şamê, Fadil Bozan wiha axivî: “Divê em fedakariya hevrêyên xwe wek heval Şîlan Kobanê yên ku ji bo damezirandina partiya me hatine kirin, ji bîr nekin, ji ber ku partiya me biratî û wekheviya civakî ji xwe re esas digire.”

Hevseroka partiyê ya Şamê, Zakra Ehmed jî got: Parî li ser fikrên wekheviyê di navbera mêr û jinan de, rizgarkirina jinan ji koletiyê û nijadperestiyê û bi têkoşîna li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ava bû.

Endamê meclisa partiyê Mezlûm Hesen jî destnîşan kir ku dê têkoşîna wan heta rizgarkirina civakan û pêkanîna azadî û demokratiyê berdewam bike.

HELEB

Li qada Cebanat a taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şahiyeke girseyî bi boneya salvegera damezirandina PYD’ê hat lidarxistin.

Di şahiyê de bi sedan şênî, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, nûnerên Kombûna Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê û kesayetên serbixwe, beşdar bûn.

FIKRÊ PARTIYÊ JI RÊBERÊ GELAN HATIYE WERGIRTIN

/kr/uploads/files/2022/09/20/201158_-1.webp

Di destpêka şahiyê de endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, Remziye Îbrahîm Salih salvegera 19’an a damezirandina PYD’ê li gerîla, têkoşeran û rêber Ocalan û eniyên siyasî û leşkerî pîroz kir.

Remziye Salih wiha axivî: “PYD’ê tevî hemû zehmetiyên li pêşiyê derketine, di aliyê siyasî de gelek destkeftî pêk anîn û di birêxistinkirina civakê û avakirina têkiliyan de bi derve û hundir re xwedî roleke sereke bû.”

Remziye Salih daxuyand ku bi xwedîderketina gel li fikrê neteweya demokratîk û sepandina wê hemû astengî hatin derbaskirin.

ASTANA DORPÊÇEKE SIYASÎ YE Û DIVÊ GELÊ SÛRÎIYÊ BIKEVE TEVGERÊ

/kr/uploads/files/2022/09/20/200948_-.webp

Her wiha, sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyê Mistefa Qelacî salvegera 19’an a damezirandina PYD’ê pîroz kir û got: “Her sal destkeftiyên we zêde dibin û projeya we ya demokratîk pêk tê.”

Qelacî destnîşan kir ku beşdariya wî di şahiyê de teqeziya danûstandina wî bi PYD’ê re nîşan dide û got: “Diyalogên me li ser esasa têderxistina tiştên hevbeş ên di navbera me de ne, her wiha ji bo gihîştina çareseriyên hevbeş ku li gor herdu aliyan bin, bi armanca avakirina welatekî xurt, azad ji hemû Sûriyan re.”

Her wiha Qelacî banga xurtkirina kar û xebatan kir bi taybet di vê pêvajoyê de da ku têgeha serdestiyê û nîştimanî vejînin û biryara siyasî ji destê destwerdekerên Sûriyê bigirin.

Qelacî bang li sûriyan kir ku li xwe vegerin û lihevhatina nîştimanî li ser berjewendiyên din bigirin û got: “Biyanî axa Sûriyê qirêj kir, divê komîteya destûrê ku nûnertiya piraniya sûriyan nake, ji hev bê xistin.”

MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSÊ DI DESTÊ SÛRIYAN DE

/kr/uploads/files/2022/09/20/201034_-.webp

Endama PYD`ê Eyşe Hiso di şahiyê de axivî û salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û got: “Bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna berdewam, ev partî ava bû. Em bejna xwe li ber şehîd Şîlan, hevalên wê yên pêşîn, şehîd Enter ditewînin.”

Eyşe Hiso diyar kir ku aloziya Sûriyê dê bi destê sûriyan çareser bibe û ji mafê gelê berxwedêr ku li hember komployan li ber xwe dide çarenûsa xwe diyar bike.

Piştre koma Çiyayê Kurmênc a navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê, hunermendan Ehmed Omer û Melek El Yetîm ên navenda Çand û Hunerê ya Reqayê berhemên xwe pêşandan.

(mh)

ANHA