​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng

Partiya Yekitiya Demokratîk bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina xwe, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cihereng hatin lidarxistin.

​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng
​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng
​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng
​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng
​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng
​​​​​​​Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê çalakiyên cihereng
20 îlon, 2022   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 19’emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye, bi vê boneyê partiyê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi beşdariya bi dehan endamên meclisan û saziyên sivîl, çalakî li dar xistin.

/ar/uploads/files/2022/09/20/132307_asad-mnan.webp

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ya herêma Efrînê, bi şahiyekê, endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê, Esed Menan salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û şehîdên partiyê bi bîr anîn.

Menan destnîşan kir ku PYD’ê di 19 salan de gelek destkeftî bi dest xistin, nexasim di kirîza Sûriyê de ku neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser ji xwe re esas girt.

/ar/uploads/files/2022/09/20/132323_ibrahym-knjw.webp

Piştre, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Kenco salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û destnîşan kir ku PYD’ê partiya şehîdan e, ji ber wê jî ew wek malbatên şehîdan divê xwedî lê derkevin û destkeftiyên partiyê biparêzin.

/ar/uploads/files/2022/09/20/132341_kwlh-mhmd_1.webp

Her wiha, endama Koordînasyona Kongra Star, Gulê Mihemed rola jinan a sereke di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û fedakariya wan ên ji bo bidestxistina azadiyê û parastina civakê kirine, silav kir.

Girêdayî mijarê, hevserokê PYD’ê li Til Temirê ya kantona Hesekê, Ridwan Xelef li ser partiyê semînerek bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên herêmê, da.

Ridwan Xelef di semînerê de îşaret bi rola hevrêyên wan Ehmed Husênî û Şîlan di damezirandina partiyê de sala 2004’an, kir û got: Partiyê roleke sereke di hişyarkirina şêniyan de bi rêya fikr û feslefeya rêber Abdullah Ocalan û neteweya demokratîk lîst.”

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/ldnx9BfREls" title="فعاليات بمناسبة الذكرى الـ 19 لتأسيس حزب الاتحاد الديمقراطي PYD" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>