​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundê Qeremox ê Kobanê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundê Qeremox ê Kobanê topbaran dike
20 îlon, 2022   13:56
KOBANÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bendên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Qeremoxê yê rojhilatê Kobanê topbaran dike.

Tê bibîrxistin ku di 18`ê Îlonê de balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora gund bombebaran kirin û di encamê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 din jî birîndar bûn.

Lê agahiyên dîtir der barê topbarana îro de nehatin bidestxistin.

ANHA