Şehîd Merwan Derbendîxan ber bi Silêmaniyê ve hate oxirkirin

Şêniyên Dêrikê ya Qamişloyê bi cenazeyê şervanê QSD’ê Merwan Derbendîxan re berê xwe da deriyê Sêmalkayê da ku veguhêzin Başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê veşêrin.

20 îlon, 2022   11:25
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê, herêmên Koçerat û Beravê li pêş Nexweşxaneya El Wetenî ya li navçeyê kom bûn da şehîd Alan Cemal (Merwan Derbendîxan) ber bi deriyê Sêmalkayê ve bi rê bikin ku li bajarî wî Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê oxir bikin. Merwan Derbenndîxan di 16’ê Çileya 2021’ê de dema li Şehbayê li ser erka xwe ya leşkerî de bû, şehîd bûbû.

Dema şênî gihaştin qada deriyê sînor, malbata şehîd Merwan ew pêşwazî kirin. Li wir ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihyedîn Xêrkî tevahî şehîd bi bîr anîn û fedakariyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di oxira parastina destkeftiyên şoreşê de pêk anîne, pîroz kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hesen Hemze jî got projeya neteweya demokratîk hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kom kirin û li dijî dagirkeriya Tirk, rejîmên destpot û mêtinger kirin yek.

Li ser nave malbatê, xalê şehîd Erdelan Şêx Sadiq axivî û wiha got: "Tu ferq di navbera parçeyên Kurdistanê de tune ye. Em bi şehadeta Merwan a di oxira parastina axa welat de serbilind in. Em kedên şêniyên Rojava di alîkariya malbatê de ji bo veguhastina cenazeyê Merwan bi rêya deriyê Sêmalkayê re pîroz dikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Hevrêyên şehîd cenaze hilgirt û berê xwe da deriyê Sêmalka, da ku piştre li Silêmaniyê oxir bikin.

(fr)