​​​​​​​Dagirker derdora gundê Bênê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker derdora gundê Bênê topbaran dikin
20 îlon, 2022   10:25
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa yê kantona Efrînê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, heta niha zêdetirî 15 top li derdora gund ketine.

Agahiyên zêdetir li ser topbaranê nehatin bidestxistin.

ANHA