Dagirkeran 2 gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundên dagirkirî, du gundên Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran 2 gundên Minbicê topbaran kirin
20 îlon, 2022   09:07
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker a dagirker çeteyên wê "Mertala Firatê" êrişên xwe li ser gundên dije şênî dewam dikin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Mertala Firatê" vê sibehê gundên Camûsiyê û Eseleyê topbaran kirin.

Her wiha diyar kir ku dagirkeran ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî ev gund bi hawnan dan ber topan. Li gorî agahiyên destpêkê 5 guleyên topên hawnê li gundên Camûsiyê û Eseliyê ketin.