Hikumeta Şamê gundewarên Idlib, Heleb û Laziqiyê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib, Heleb û Laziqiyê topbaran kirin. Hemwextî topbaranê, balafirên şer ên Rûsyayê li ser “herêmên bêçek" geriyan.

Hikumeta Şamê gundewarên Idlib, Heleb û Laziqiyê topbaran kirin
20 îlon, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê derdora bajarokê Barê yê çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê û gundên Wasta û Qesir ên rojavayê Helebê bi obusan topbaran kirin.

Li gorî nûçeya SOHR’ê, derdora Kebaba ya li bakurê Laziqiyê ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin topbarankirin. Her wiha ji saetên sibehê ve liv û tevgera balafirên keşfê li ser “herêma bêçek” hebû.

Her wiha hate ragihandin ku duh gundên Kefer Ema û derdora gundê Teqad ên li rojavayê Helebê û gundên Sifûhin, Fetîra, Bînîn, Bara yên çiyayê Zawiyê bi obusan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin.