Rojnameyên erebî: Malikî li ser Sûdanî israr dike da ku bibe serokwezîr

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa xitimîna siyasî li ya Iraqê, krîza Lîbyayê û beşdariya Tevgera Nehda di şandina çeteyan li Sûriyê û Iraqê de kir.

Rojnameyên erebî: Malikî li ser Sûdanî israr dike da ku bibe serokwezîr
20 îlon, 2022   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‛GELO DÊ MALIKÎ HEWLDANÊN SÊALÎ YÊN ÇARESERKIRINA KRÎZA BI SEDR RE TÊK BIBE?’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê têkildarî namzetê xwe yê dawî ji bo serokwezîriyê hewl didin bigihînin lihevkirinekê. Ew jî beriya şandeyek ji Çarçoveyê bi serkêşiya serokê Hevbendiya Fetih Hadî El Amirî tevî nûnerên PDK’ê û Îtîlafa Serweriya Sunnî bigihînin Henane ku navenda bicihbûna serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr e da ku li ser hûrgiliyên rêvebirina merheleya bê nîqaş bikin, pêk hat.

Di Çarçoveya Hemahengiyê de di van rojên dawîn de nakokî di navbera wan de li ser namzetiya fermandarekî Partiya Dawe Mihemed Şiya Sûdanî hene. Koma ku El Amirî bi rê ve dibe û serokwezîrê berê Heyder El Ebadî destekê didiyê, da zanîn ku girêdana bi Sûdanî re dibe ku kedên lihevkirina ber bi çareseriya bi Sedr re têk bibe û ya herî baş ji nû ve hilbijartina Mistefa Kazimî ye.

Li hemberî vê, koma din a bi serkêşiya serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî israr dike ku tu derfet ji bo nîqaşkirina li ser namzetekî din tune ne û di wê yekê de serokê Esaib Ehlulheqî Qeys El Xezelî û serokê Tevgera El Hikme Amar El Hekîm destekê didinê."

‛LI TERABLUSÊ PEVÇÛNÊN SÎNORDAR Û HEFTER HÊZÊN XWE LI BAŞÛR XURT DIKE’

Li ser rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsand: "Duh li Terablusê bi çekên giran û sivik di navbera milîsên çekdar û hikumeta Ebdulhemîd Debîbe de şer derket. Di encamê de yek birîndar bû. Di heman demê de jî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya muşîr Xelîfe Hefter xwe li başûr xurt kir.

Şahid û dezgehên ragihandinê yên herêmî da zanîn ku pevçûn di saetên sibeha duşemê de li ser rêya balafirgehê di navbera hêzên destekê yên gerînendetiyên ewlehiyê li herêmên Wezareta Karên Hundir û hêzên duyemîn ên bi serkêşiya Mehmûd Bin Receb ên girêdayî Wezareta Parastinê de li nêzî Koberî derketin.

Hêza desteka gerînendetiyên ewlehiyê li herêmên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikumeta Debîbe bi daxuyaniyekê got dewriyeyên polîsan dema li ser erka xwe bûn, bi çekên giran ji hêla komeke çekdar ve êriş lê hate kirin. Ew kom beriya çend rojan li herêmê bi cih bûbûn. Polîsan jî ew êriş têk bir û erebeyeke êrişkar girt û zirarên mezin gihandin wan."

‘SERDOZGERIYA TUNISÊ DAXWAZA GUHDARKIRINA XENOŞÎ RED KIR’

Girêdayî rewşa Tunisê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Endamê Desteya Parastinê Raşid El Xenoşî duh da zanîn ku serdozgeriya giştî ya Tunisê daxwaze guhartina li serokê Tevgera Nehda ya îxwanî li ser doza girêdayî terorê red kir.

Endamê Desteya Parastina El Xenoşî Murad El Ubêdî û cîgirê wî di Tevgera Nehdayê de Elî El Erîd diyar kir ku serdozgeriyê daxwaza ku desteyê ji bo lêvegera li guhdarkirina El Xenoşî têkildarî sûcên terorane yên li dijî welat, red kir."

(fr)