​​​​​​​Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên ji bo jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê ve di dema destgîriyê de hatibû qetilkirin, dewam kirin.

​​​​​​​Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî
20 îlon, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

 “Polîsên Exlaqê” yên dewleta Îranê, êvara 13’ê Îlonê Jîna Emînî di derketina metroya paytext Tehranê de destgîr kiribûn û ji ber ku di encama îşkenceyê de bi giranî birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê  Jîna Emînî ku nehat rizgarkirin, li Goristana Ayçî ya bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê hate veşartin. Çalakiyên protestoyî piştî merasîma cenazeyê destpêkirin.

Xwepêşandanên tund ên roja Yekşemê li bajarên Seqiz û Sine, belavê bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûn.

Li gelek zanîngehan çalakî hatin lidarxistin. Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Farsê, êvara duşemiyê bi sedan kes li taxa Hîcab a li navenda Têhranê meşiyan û dirûşmeyên li dijî hikûmetê berz kirin. Hat diyarkirin ku hin jinan bi rakirina laçkeyên xwe nerazîbûnên xwe nîşan dane.

Di raporê de hat diyarkirin ku polîsan gelek xwepêşander destgîr kirine û bi copan û gaza îsotê êrîşî wan kirine.

Li paytext jî xwendevanan li gelek zanîngehan çalakiyên protestoyî lidar xistin. Li Zanîngehên Terhan û Şehîd Beheştî çalakî hatin kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnîmê, bi heman awayî li bajarê Meşhed ê bakurê rojhilata vî welatî jî xwepêşandanek hat lidarxistin.

Jina ciwan a Kurd di 16’ê Îlonê de piştî ku ketibû komayê jiyana xwe ji dest da. Malbata wê û çalakvan fikara wan ev e ku ev mirin bi guman e û ji ber îşkenceyê pêk hatiye.

Polîsê Tehranê îdia dike ku di navbera polîs û Jîna Emînî (Mahsa Emînî) de ti têkiliya fîzîkî çênebûye.

Di roja wefata Emînî de televîzyona dewletê dîmenek kurt weşand ku di kameraya çavdêriyê de xuya bû.

Di dîmenan de xuya dibe ku Jîna Emînî piştî nîqaşa bi polîsan re di cihê xwe de dikeve erdê.

Roja Duşemê bavê Jîna  Emînî, Emced Emînî ji ajansa Fars re ragihandibû ku dîmen hatiye qutkirin û keça wî bi derengî veguhestine nexweşxaneyê.

Wezîrê Karên Hundir Ehmed Vehîdî îdia kir ku Jîna Emînî “berê pirsgirêkên tenduristiyê hebûn” û “Di 5 saliya xwe de mejiyê wê emeliyat bûye.”

Bav Emced Emînî wezîr Vehîdî derewand û diyar kir ku keça wî saxlem bû. Jina ciwan dema bi dayika xwe re diçû Tehranê rastî êrîşa Polîsên Exlaqê hat.

Polîsên Exlaqê yên Îranê di mehên dawî de ji ber êrişên tund ên li dijî jinan bûn mijara rexneyan.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî gelek sînemager, hunermend, werzişvan, siyasetmedar û kesên olî li ser torên dîjîtal bertekên xwe anîn ziman. Jinan bi wêneyên ku bi birîna porê xwe kişandin bertek nîşan dan.

Yekitiya Ewropa û Fransa mirina Jîna Emînî şermezar kirin û daxwaza lêpirsîneke zelal kirin.