​​​​​​​Nivîsgeha PYD`ê ya Reqayê salvegera damezrandina partiyê bi şahiyekê pîroz kir

Partiya Yekitiya Demokratîk, îro bi nêzîkbûna salvegera 19`emîn a damezirandina partiyê, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û tê de behsa rewşên dijwar ku partî tê de li Sûriyê kar dikir û xebatên wê li Reqayê, hat kirin.

​​​​​​​Nivîsgeha PYD`ê ya Reqayê salvegera damezrandina partiyê bi şahiyekê pîroz kir
19 îlon, 2022   16:29
REQA

Endamên partiyên siyasî yên Reqa, Meclisa Leşkerî ya Reqa, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya û rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevserokê nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Reqayê Xazî El-Yasîn bi xêrhatin mêvanan kir û diyar kir ku ji dema Tevgera Rizgariya Kurdistan a hevdem li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Lubnanê belav bû, li ser gelê kurd ji aliyê fikir û felsefeyê bandor kir, ji ber vê yekê jî gel li derdora wê kom bû, kadroyên wê ava kir û piştgiriya wê kir da ku şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê sala 1984`an dest pê bike.

Xazî El-Yasîn destnîşan kir ku ji destpêka damezrandina partiyê ve endamên wê ji Reqayê hebûn û got: “Şehîd Cemîl û Hecî şehîdên partiyê yên yekem ji Reqayê ne. Şehîd Fûad, Şîlan û şehîd Zekeriye ku di 2004`an de dema ku erkeke fermî li Sûriyê dikirin, şehîd bûn.” 

El-Yasîn bal kişand ser tengaviyên ku hikumeta Şamê li ser kadroyên partiyê pêk dikanîn û got: “Hevalên me bi dizî û di bin şert û mercên lêpirsîna ewlekariyê de ji aliyê cîhazên ewlekariya Sûriyê ve, kar dikirin. Her wiha çalakiyên wan ji bo belavkirina bîrdoziya partiyê di nav gel de hebû.”

El-Yasîn wiha domand: “Piştî ku kongreya 7`emîn a partiyê hat lidarxisitn, biryar hat stendin ku nivîsgehên partiyê li herêmên rizgerkirî bên vekirin. Di kongreyê de 3 nûnerên Reqayê hebûn, lê piştî hat rizgarkirin ev heval bi awayekî fermî çalakiyên partiyê dikir û nivîsgeha partiyê di destpêka sala 2021`an de hat vekirin û endamên kevin ji nû ve hatin çalakkirin da ku têkoşîna xwe bidomînin.”

FIKR Û FELSEFEYA NETEWA DEMOKRATÎK BELAV BIKIN

Têkildarî xebatên partiyê li Reqayê, El-Yasîn diyar kir ku xebatên nivîsgehê bi nîqaşên takekesî, serdana malbatên şehîdan û malan û lidarxistina civînên mezin û biçûk ji bo belavkirina fikir û felsefeya neteweya demokratîk li ser hemû astan hatin aktîfkirin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Me civînên rewşenbîrî û siyasî li dar xist û bi sazî û partiyên sivîl û leşkerî re beşdar bûn da ku Reqa bibe nûnerê Meclisa Giştî ya partiyê bi 5 endam û 2 endamên di Desteya Qanûnî de.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El-Hemod got: “Ez hêviyên zarokên şehîdan radigihînim we ku rêya bavên xwe ranawestînin.”

Ehmed El Hemod wiha domand; “Bi navê dayik, malbat û Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hêvî dikin ku serkeftinên bêtir bi dest bixin û ew bibin tîmek, ji ber ku hêz di yekitiyê de ye. Em salvegera 19`emîn a damezirandina partiyê li serokê rêya têkoşînê Abdullah Ocalan pîroz dikin.”

Şahî bi xwendina peyamên pîrozkirinê yên saziyê sivîl û leşkerî yên Reqayê û bi gerandina xelekên govendê li ber stranan bi dawî bû

(dm)

ANHA